Li Pakistanê di encama êrîşên xwekujî û pevçûnan de 25 leşker û 27 çekdar hatin kuştin
Li eyaleta Hayber Pahtunhva ya Pakistanê, êrîşek bo otomobîlekî bombebarkirî ve li hember xaleke ewlehiyê pêkhat û piştre jî pevçûn derketin û 25 leşkeran jiyana xwe ji dest dan û herwaha di pevçûnan de 27 çekdar jî hatin kuuştin.
Li gor daxuyaniya artêşa Pakistanê li eyaleta Hayber Pahtunhva ya Pakistanê û nêzîk sînorê Afganîstanê, li herêma Dera Îsmaîl Xan bi wesayîteke bombebarkirî ve êrîşek xwekujiyê pêkhat.
Hat ragehandin di êrîşa xwekujiyê de 23 leşkerên Pakistanê jiyana xwe ji dest dan, 6 çekdar jî mirin.
Hat ragehandin bi bandora wê teqîna mezin ve avahî hilweşiya û ji ber wê jî hejmara miriyan zêde bû û herwaha birîndar jî hene.
Li gor daxuyaniya artêşa Pakistanê li bajarokê Darazinda û Kulachi yên ser bi herêma Dera Îsmaîl Xan li hember çekdaran ji aliyê hêzên ewlehiyê ve operasyon hat destpê kirin.
Li Darazinda pevçûn derket û di encamê de 17 çekdar hatin kuştin. Herwaha li pevçûnên Kulachi de jî 2 leşkeran jiyana xwe ji dest dane û 4 çekdar jî hatine kuştin.
Artêşa Pakistanê derbarê nasnameya wan çekdaran û ser bi kîjan rêxistinê ne ti daxuyaniyek neda.
Li Pakistanê bi taybet îsal li eyaletên Hayber Pahtunhva û Belûçîstanê gelek êrîşên terorî pêktên û Pakistan ji wan êrîşan Talîban a Pakistanê ya naha li Afganîstanê bicîh bûyî berpirs digre, lê Afganîstan wan îdayan red dike.
Basnews
