• Monday, 16 February 2026
logo

Li Zap-Avaşînê leşkerek hat kuştin

Gulan Media December 13, 2023 Nûçe
Li Zap-Avaşînê leşkerek hat kuştin

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku li Başûrê Kurdistanê leşkerekî wan hatiye kuştin.

Li gorî daxuyaniya Wezaretê, gerîlayên PKKyê li herêma Zap-Avaşînê li hemberî leşkerên wan çalakiyek li dar xistiye.

Di çalakiya gerîlayan de leşkerê wan ê bi navê Erîl Alperen Emîr hatiye kuştin.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê li ser kuştina leşkerê xwe ti agahiyên din nedan.

“Operasyona Pence-Kilîdê”

Artêşa Tirkiyeyê 17ê Nîsana 2022yan li deverên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Başûrê Kurdistanê bi hinceta gerîlayên PKKyê dest bi êrişeke bi navê “Operasyona Pence-Kilîdê” kir û ew êriş heta niha jî berdewam dike.

 

Rudaw

Top