• Monday, 16 February 2026
logo

Amerîka gelek kompaniyên Tirkî ceza dike

Gulan Media December 13, 2023 Nûçe
Amerîka gelek kompaniyên Tirkî ceza dike

Dibêje piştîvaniya Rûsyeyê kirine.

Wezareta Xezêne û darayî ya Amerîkayê duhê sêşem ragihand ku, jiber pêbend nebûn bi dorpêçên cîhanî yên li ser Rûsyeyê û herwiha hevkarî kirina Rûsyeyê, biryar daye daku, gelek welatiyên Tirk û 9 kompaniyên Tirkî ceza bike.

Wezareta Xezêne û darayî ya Amerîkayê eşkere kiriye ku, ev welatiyên Tirk û kompaniyên Tirkî piştî destpê kirina şerê navbera Rûsye û Ukraynayê, bi berdewamî li gel Rûsyeyê kar kirine û rixmî hebûna dorpêçên cîhanî û çend caran hayedar kirina wan lê li ser piştîvanî û bazirganî kirin li gel Rûsyeyê berdewam bûne lewre hatine cezakirin û dorpêç li ser wan hatiye danîn.

 

Top