• Monday, 16 February 2026
logo

Îran destpêşxeriyekî nû ji bo navbeynkariya Tirkiye û Sûriyê dike

Gulan Media December 13, 2023 Nûçe
Îran destpêşxeriyekî nû ji bo navbeynkariya Tirkiye û Sûriyê dike

Çavkaniyên dîplomatîk aşkera dikin ku Îran dixwaze destpêşxeriyekî nû li qada Sûriyê ji bo navbeynkariya Tirkiyê û rejîma Esed bike. Herwaha çend navçeyek jî li rojhilatê Firatê ji bo berjewendiyên Amerîkayê bicîh dihêle, lê ji aliyeke din ve li gor wê rêkeftinê dê destê Tirkiyê vekiribe ji bo kontrol kirina bajarên Minbic, Til Rifet û Kobanê yên Rojavayê Kurdistanê.

Li gor heman çavkanî behs dikin, Îran givaşê dixe ser Şamê ji bo ku rêkeftinekî mezin li gl Tirkiyê pêkbîne, ku temamê pêwendiyên di navbera Rejîma Sûriyê û Tirkiyê asayî bike.

Raportên rojnamevaniyê jî amaje bi wê yekê dikin ku Tehran dixwaze dosya navbeynkariya Şam û Enqerê di bin desthilat Rûsyayê de bikşîne û destpêşxeriyê bike li ser pirsa cîhbicîh kirina rêkeftine nû ya di navbera Rejîma Esed û Tirkiyê.

Heman çavkanî amaje bi wê yekê dikin ku Rûsyayê jî ti nerazîbûnek li hember pêngavên Îranê yên li Sûriyê nîşan nedaye, ji ber Moskow dibêje divê berjewendiyên wê bi temamî parastî bin û ti pirsek jî nikare ziyanê bigehîne berjewendiyên Rûsyayê yên li navçeyê.

Li gor heman raportên rojnamevaniyê, Îran heta asteke mezin hebûna xwe ya li başûrê Sûriyê qahîm kiriye, lê gelek cîh jî li bakurê Sûriyê û nêzîk çemê Firatê li navçeya rojhilatê wî welatî dê ji bo berjewendiya Amerîkayê bicîh bihêle.

Li gor wan çavkaniyan, pêşbîniya asayîbûna pêwendiyên di navbera Şam û Enqerê tê kirin, ku di çend heftiyên pêş de ew rêkeftina li qada Sûriyê dê bi aşkerayî diyar bibe.

Heman çavkanî behsa wê yekê dikin ku li gor wê rêkeftinê Tirkiye dê bikare destwerdana ji bo kontrol kirin hin navçeyên bakurê Sûriyê bike û Minbic, Til Rifet û Kobanê kontrol bike.  

 

Basnews

Top