Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê: ‘Me Sûriye ji DAIŞê xelas kir’
Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler, “Me Sûriye ji metirsiya DAIŞê xelas kir, divê rejîm spasiya me bike.”
Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler beşdarî bultena NTVyê bû û mijarên di rojevê de nirxandin.
Yaşar Guler da zanîn ku dê têkoşîna wan a bi PKKyê re berdewam bike û got, “Helbet dê rojekê operasyonên me yên li Îraq û Sûriyeyê biqedin.”
“Me Sûriye ji metirsiya DAIŞê xelas kir”
Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê îdia kir ku wan “Sûriye ji metirsiya DAIŞê xelas kiriye” û pê de çû:
“Me aramî anî Sûriyeyê. Li cihê ku her roj pevçûn hebûn, niha pevçûn nemane. Me Sûriye ji metirsiya DAIŞê xelas kir, divê rejîma Sûriyeyê spasiya me bike.
Me 3 hezar 500 endamên DAIŞê yên herî xeternak kuştin û DAIŞ ji Sûriyeyê vekişiya çû Îraqê. Mirovên ku li Sûriyeyê dijîn deyndarên me ne.”
Yaşar Guler şertên welatên xwe yên ji bo vekişîna ji Sûriyeyê wiha rêz kirin:
“Sûriye dê destûra bingehîn qebûl bike, piştî wê dê hilbijartinên azad werin kirin. Piştre jî kî bû desthilat em dê wan qebûl bikin û em dê vegerin welatê xwe.”
Rudaw
