• Monday, 16 February 2026
logo

Kemal Kerkûkî: Daxwaz ji Kerkûkiyan dikim deng bidin lîsteya PDKê

Gulan Media December 11, 2023 Nûçe
Kemal Kerkûkî: Daxwaz ji Kerkûkiyan dikim deng bidin lîsteya PDKê

Îro 11.12.2023yê êvari PDKê mîtîngekî mezin a bangeşeya helbijartinê ji bo berbijêrên PDKê yên li parêzgeha Kerkûkê birêxist.

Berpirsê mektebar rêxistina Kerkûk – Germiyan ê PDKê û berbijêrên PDKê li Kerkûk û hejmarek berçav li berpirs û fermandarên Pêşmerge û hemwelatiyan di aheng û mîtîngê de amadebûn ku taybet ji bo bangeşeya helbijartina lîsteya PDKê hatibû rêxistin kirin.  

Berpirsê mekteba rêxistina Kerkûk – Germiyanê yê PDKê Dr. Kemal Kerkûkî di gotarekî de ragehand, hemû alî û netewe yên li Kerkûkê hene birayê me ne, em pêkve dikarin bi rêzdariya destûrê ve jiyaneke layîq ava bikin, lê tişta ku heye ew budceya ku ji bo Kerkûkê tê cuda kirin bi wekhewî nabe proje ji bo bajêr. Ji ber wê jî giringe berbijêrên me li encûmena parêzgeha Kerkûkê kar bikin ji bo xizmeta bajêr û bê cudayî ji hemû pêkhateyan, ku dawî bi wê gendeliya ku li Kerkûkê heye bê anîn.

Herwaha got, ji bo wê jî daxwaz ji Kerkûkiyan dikin deng bidin lîsteya PDKê. Em we piştrast dikin ku wê demê ew erebkirina ku li Kerkûkê tê kirin bê rawestandin, bi taybet mijara dagirkirina zeviyên cotkarên kurd û ji dema encûmena parêzgeha Kerkûkê hat cemidandin, çavdêriya îdareya xwecihî ya Kerkûkê nema. Ji bo wê giringe encûmeneke parêzgehê ya çalak li Kerkûkê hebe.

 

Basnews

Top