Mesrûr Barzanî: Em berdewam dibin li ser piştîvanî kirina jinan
Peyamek bo 71mîn salvegera damezrandina yekîtiya jinên Kurdistanê belav kir.
Îro Mesrûr Barzanî peyamek bo 71mîn salvegera damezrandina Yekîtiya jinên Kurdistanê belav kir ku, tekesta peyamê wisa ye;
Di 71mîn salvegera damezrandina Yekîtiya jinên Kurdistanê de, gerimtirîn pîrozbayî pêşkêşî Sekreter, endamên mekteba Sekretariyet û tevahiya jinên Kurdistanê dikim û hêviya pêşkeftin û serkeftina zêdetir bo wan dixwazim.
Yekîtiya jinên Kurdistanê roleke girîng û berçav di nava dîroka tevgera azadîxwaz ya gelê Kurdistanê de lîstiye û debistanek bûye bo pêgehandina jinên jêhatî û Serkirde.
Di vê minasebeta han de pêbendiya xwe bo parastina mafên jinên Kurdistanê û bihêztir kirina rol û pêgeha jinan di nava birêvebirin û pêşde birina karînên wan diyar dikin.
Salvegera damezrandina yekîtiya jinên Kurdistanê pîroz be.
Silav bo rihê paqêj yê şehîdên yekîtiya jinên Kurdistanê û tevahiya şehîdan.
Cîgirê Serokê PDK
Mesrûr Barzanî
