• Monday, 16 February 2026
logo

Peyama Serok sersaxiyê li malbatên qurbaniyên şewata Soranê dike

Gulan Media December 9, 2023 Nûçe
Peyama Serok sersaxiyê li malbatên qurbaniyên şewata Soranê dike

Serok Mesûd Barzanî ji ber bûyera şewata avahiyeke niştecihbûnê li bajarê Soranê, peyameke sersaxiyê belav kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de ragihand: “Bi bihîstina nûçeya diltezîn li bajarê Soranê gelek xemgîn bûm, ku agir bi avahiyeke niştecihbûnê ket û di encamê de hejmarek welatiyan jiyana xwe ji dest dan û hejmareke din jî birîndar bûn.”

Serok Barzanî di peyama xwe de got: “Pirse û sersaxiya xwe arasteyî malbatên qurbaniyên vê karesatê dikim û xwe bi hevparê xema wan dizanim.”

Serok Barzanî got jî: “Ji Xwedayê mezin daxwaz dikim ku giyanê qurbaniyên vê bûyera diltezîn bi bihişta bihuşt şad bike, sebir û aramiyê bide malbatên wan û şifaya bilez jî bide birîndaran.

Duhî êvarê 8ê Berçileya 2023an agir bi avahiyeke li bajarê Soranê ket û tê de 14 xwendekar, mamosta û welatiyên din canê xwe jidest dan û çend kesên din jî birîndar bûn.

 

K24

Top