• Monday, 16 February 2026
logo

Li Kerkûkê 50 şûnwar hatin dîtin

Gulan Media December 8, 2023 Corane
Li Kerkûkê 50 şûnwar hatin dîtin

Desteya Giştî ya Şûnwar û Kelepûrên Îraqê 50 şûnwar û cihên kelepûrî li Kerkûkê dibîne.

Îro (Pêncşem, 7ê Berçileya 2023ê) Desteya Giştî ya Şûnwar û Kelepûrên Îraqê nêzî 50 cihên kelepûrî û şûnwarên nû li parêzgeha Kerkûkê dîtine.

Desteya Giştî ya Şûnwar û Kelepûrên Îraqê amaje daye ku, ji encamê pişkinînên tîmên şareza yên kelepûr û şûnwaran, 15 cihên kevin û 30 xanî hatine dîtin ku wekî şûwarên gelek kevin tên hesibandin.

Hadî Mihemed ji lijneya pişkinînan ragehand ku, tîmên wan li taxa Îmam Qasim li naverasta bajarî û kinarê rûbarê Zabê dest bi geriyanê kiriye.

Herwesa Hadî pêşbîniyê dike ku, berî temambûna wê gera pişkinînan, hindek cihên din jî yên kelepûrî û şûnwarî yên kevin bibînin.

 

Rudaw

Top