• Monday, 16 February 2026
logo

Serokwezîr li gel hijmareke nunerên welatên biyanî civiya

Gulan Media December 8, 2023 Nûçe
Serokwezîr li gel hijmareke nunerên welatên biyanî civiya

Li Hewlêrê merasîmeke taybet hate organîzekirin.

Êvara îro pêncşem li Hewlêrê Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwaziya hijmareke balyoz, konsulus, nuner û dîplomatên welatên biyanî kir û piştî civînê jî Serokwezîr wisa nivîsand;

Îro li gel hijmareke Balyoz, Konsulus, Nuner û Dîplomatên welatan li Îraq û herêma Kurdistank civiyan.

Êvara îro pêncşem di merasîmeke nanxwarina êvarê de bi minasebeta cejna ji dayikbûn û sersala nû ya mîladî me pêşwaziya hijmareke balyoz, konsulus, nuner û dîplomatên welatan li Îraq û herêma Kurdistanê de kir.

Her di vê merasîmê de me gotareke kurt jî pêşkêş kir û bi minasebeta cejna jidayikbûn û sersala nû me pîrozbayî li mêwanan kir û hêviya saleke tîje ji şadî û serkeftinê bo wan xwest.

Me herwiha behsa şer û aloziyên heyî yên li Rojhilata Navîn de kir û dilgiraniya xwe bo can ji dest dana xelkê medenî diyar kir û tekez li ser çareser kirina kêşeyan bi rêya diyalog û şêwazên aştiyane kir û daxwaz jî kir ku, kêşeyên navbera herêma Kurdistan û hikûmeta federalî jî li ser esasê destûr û rêz girtin ji mafên xelkê Kurdistanê werin çareserkirin.

Her di heman civînê de me balkêşande ser guhertinên keş û hewayê û bandora nerînê ya vê yekê li ser jiyana xelk kir û daxwaza pêşde birina hemahengî û hevkariya civaka navnetewî bo rûbirû bûna guherîna keş û hewayê kir.

 

 

Top