• Monday, 16 February 2026
logo

Xurmatû…Erebên hawirde û Heşdî Şeibî bi çek ve avêtin ser gundeke kurdan

Gulan Media December 7, 2023 Nûçe
Xurmatû…Erebên hawirde û Heşdî Şeibî bi çek ve avêtin ser gundeke kurdan

Îro 07.12.2023yê hejmarek erebên hawirde û çekdarên milîs ên Heşdî Şeibî bi çek ve avêtin ser zeviyên çandiniyê yên gundê Singurî yê kurdên ser bi qeza Xurmatû.

Li gor zanyariyan cotkaran û rûniştvanên gund li hember erebên hawirde û çekdarên Heşdî Şeibî rawestane bo rêgirî kirina zewtkirin û kêlana zeviyên xwe, piştre ji aliyê milîsên Heşdî Şeibî ve gule li cotkarên gund hatine rêşandin.

Piştî xiyaneta 16ê cotmeha 2017ê dema milîsên Heşdî Şeibî Kerkûk û navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê dagirkirin, ji wê demê heta naha proseyekî tund a ereb kirinê destpê kirine û dem bi dem erebên hawirde bi piştevaniya hêzên sepandî yên li Kerkûk, Xurmatû û navçeyên din ên Kurdistanî davêjin ser gundên kurdan ku zeviyên wan dest daynin ser.

 

Basnews

Top