• Monday, 16 February 2026
logo

Mazlûm Ebdî bi Encûmena Rûspiyan re civiya

Gulan Media December 4, 2023 Nûçe
Mazlûm Ebdî bi Encûmena Rûspiyan re civiya

Fermandarê Giştî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî bi şandeyeke Encûmena Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re civiya.

Di civînê de Hevserokê Partiya Yekîrtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim jî amade bû.

Mazlûm Ebdî û rûsipiyên beşdar pêşhatên siyasî û leşkerî li navçeyê gotûbêj kirin.

Herwiha di wê civînê de êrişên hêzên Tirkiyeyê li navçeyên Rêveberiya Xweser, bandora şerê Xezeyê hat gotûbêjkirin.

Di heman demê de Mazlûm Ebdî û şandeya Encûmena Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hevr e behsa rewşa îdarî û xizmetguarî ya navçeyê kirin.

Wan bi taybetî jî zererên ku gihiştine jêrxaneya herêmê û wêstgehên av, elektrîk û bîrên petrolê nirxandin.

 

Rudaw

Top