• Monday, 16 February 2026
logo

Li Bursayê erdhejek bi hêza 5.1 pileyan rû da

Gulan Media December 4, 2023 Nûçe
Li Bursayê erdhejek bi hêza 5.1 pileyan rû da

Li bajarokê Gemlikê yê ser bi bajarê Bursayê ve, erdhejek bi hêza 5.1 pile rû da û li Stenbolê jî hest pê hate kirin.

Serokatoya Rêveberiya Rewşa Awarte û Karesatan (AFAD) ragihand, îro demjimêr 10:42 erdhejek ku navenda wê bajarokê Gemlikê ye rû da.

AFADê diyar kir jî, hêza erdhejê 5.1 pile ye û nêzikê 9 kîlomtre di bin erdê de rû daye.

Xelkê Stenbolê jî hest bi erdhejê kir û tirs û xemeke mezin di nava welatiyan de peyda bû û ji mal û avahiyan derketin kolanan.

Heta niha ti ziyaneke canî û madî nehatiye ragihandin.

Ev di demekê de ye, roja pêmşema borî jî li parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê du erdhejên bi hêza 5.2 û 4.7 pile rû dabûn.

Di 6ê Sibata borî de erdhejeke wêranker li Efrîn û bakurê Sûriyê rû dabû ku di encamê de nêzîkî 6 hezar kesan canê xwe jidest dab, sedan birîndaran û bi hezaran xanî hilweşiyan.

 

K24

Top