Hevpeymanê YNKê li helbijartinên encûmena parêzgeha Kerkûkê nîgerane û hişyariyê dide YNKê
Çend roje YNKê dest bi şerê ragehandinê kiriye, ku proseya helbijartinê li berçavê kurdên Kerkûkê bixe û ji bo wê jî bangeşeya wê yekê dike ku 2 berbijêrên PDKê beşdarî YNKê bûne. Li hember vê reftarê Partiya Komînîst a Kurdistanê ku hevpeymane li gel YNKê di helbijartinên encûmena parêzgeha Kerkûkê, hişyarî da YNKê.
Berpirsê Komîteya Partiya Komînîst (Şûî) a Kurdistan – Iraqê li Kerkûkê Hawrê Dilşad Hesarî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Mixabin tişta hatiye kirin bi navê partiyê ve tê kirin, ne ku bi navê hevpeymaniya me ve pêkhatiye. Ti tiştek bi navê hevpeymaniyê nehatiye kirin û berî naha jî di civînê de me behs kiriye, ku nabe li Kerkûkê li ser bingehê dijatiya yek deng bên kom kirin. Divê li ser hesaba neyarên kurd deng bên kom kirin û helmeta ragehandinî bê rawestandin û beşekî piraniya partiyan jî piştevaniya vê yekê kirin.’’
Herwaha got: ‘’Tişta hatiye kirin xirabe û xizmeta proseyê nake, ku şerê ragehandinî bê kirin. Her tiştekî bê kirin bi navê hevpeymaniyê ve nayê kirin. Bila YNK bi navê xwe bike. Mixabin ew biraderên PDKê yên çûne nav YNKê berê wisa behsa YNKê dikirin ku xiyanet kiriye. Lê naha çûne nav YNKê. Ev pir şerm û eybe, tu çend salan ji partiyekî re bibêjî xiyanetkar û ji nişkava biçî nav rêzên wan. Ev kirîn û firotina bê bingehe û ti xizmetê nake.’’
Hawrê Dilşad Hesarî got: ‘’Me li gel YNKê li ser lîsteyê axaftiye, lê tişta YNKê kiriye bi navê YNKê hatiye kirin û em naxwazin bi navê lîsteyê tiştên waha bên kirin.’’
Basnews
