Li Tanzanyayê ji ber rabûna lehî û pêkhatina hezazê 47 kes mirin
Li Tanzanyayê ji ber rabûna lehî û pêkhatina hezazê 47 kesan jiyana xwe ji dest dan, 85 kes jî birîndar bûn.
Li Tanzanya ya welatê rojhilatê Afrîqayê ji ber barîna baranên tund lehî rabûn û hezaz pêkhat û erd şimîtî û di encamê de 47 kesan jiyana xwe ji dest dan, 85 kesên din jî birîndar bûn.
Li gor nûçeya ajansa Reutersê barîna baranên demsalî ku ji meha cotmehê û şûnde destpê kir, li welatên Kenya û Somalî bû sedemê mirina sedan kesan û ew baranane li Tanzanyayê jî bi bandor bûne. Berpirsê Herêma Manyara Queen Sendîga şeva borî ragehand, ji ber rabûna lehî û pêkhatina hezazê, kesên ku jiyana xwe ji dest dane gelek ji wan hîn jî dibe ku di bin xirbe û axê de mabên û ji ber wê jî li herêmê xebatên rizgarkirin û lêgerînê hîn berdewam dikin.
Sendîga got: heta naha 85 kesên birîndar ên hatine rizgarkirin tên derman kirin û beşek ji birîndaran ji nexwaşxaneyê derketine, lê hejmara miriyan jî geheştiye 47 kesan.
Serokê Dewletê Samia Suluhu Hassan jî peyamekî vîdeoyî belav kir û diyar kir, li gundê Katesh ê herêma Hanangê nêzîkî 100 malan di encama hezazê de bi temamî winda dibin û dibêje em li hember vê bûyerê di nav şokekî mezin de ne.
Basnews
