• Monday, 16 February 2026
logo

Îmarat û Kurdistan têkiliyên xwe pêşde dibin

Gulan Media December 3, 2023 Nûçe
Îmarat û Kurdistan têkiliyên xwe pêşde dibin

Serokwezîr li gel Cîgirê Serokwezîrê Îmaratê civiya.

Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Dubayî li gel Cîgirê Serokwezîrê Îmaratê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr wisa nivîsand;

Êvara îro li Dubayî li gel Cîgirê Serokwezîr û wezîrê navxwe yê Îmaratê birêz Şêx Seyif Bin Ziyad Elnehiyan civiyan.

Di civînê de jiber roja nîştimaniya Îmaratê me pîrozbayî li Serkirdatî û xelkê Îmaratê kir û spasiya piştîvaniyên berdewam yên dewleta Îmaratê bo herêma Kurdistanê kir.

Cîgirê Serokwezîr û wezîrê navxwe yê Îmaratê jî behsa têkiliyên taybetî yên di navbera Kurdistan û Îmaratê de kir û tekez li ser girîngiya pêgeha herêma Kurdistanê weke mînakeke geş li Îraq û deverê de kir.

Guhertinên dawî yên rewşa giştî ya Îraqê û pêşde birina têkiliyên navbera Îmarat û Kurdistanê mijarên din yên civîna me bûn.

 

 

 

Top