• Monday, 16 February 2026
logo

Hevserokê HEDEPê: Hûn dê berbijêrên xwe diyar bikin

Gulan Media December 2, 2023 Nûçe
Hevserokê HEDEPê: Hûn dê berbijêrên xwe diyar bikin

Hevserokê  HEDEPê Tuncer Bakirhan ragihand ku berbijêrên wan ên hilbijartinên xwecihî dê ji aliyê dengderên wan ve bên diyar kirin.

Hevserokê Partiya Wekehevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP)  Tuncer Bakirhan doh di çarçoveya bernamaya partiya xwe ya “Civînên Gel” de li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kursdistanê bû.

Bakirhan li gel şandeyeke parlemeterên partiya xwe çû serdana esnaf û dikandarên Colemêrgê kir.

Hevserokê HEDEPê Bakirhan piştre li ber avahiya HEDEPê gotarek pêşkêş kir.

“Ji niha û pê ve jî hûn çi bibêjin em dê wê bikin”

Hevserokê HEDEPê ragihand ku dê berbijêrên wan ên şaredariyê ji bo hilbijartinên xwecihî yên Adara 2024an ji aliyê dengderên wan ve bên diyarkirin û got:

“Em her demekê ji gel dest pê dikin. Ji ber ku bi rastî jî gel her demekê ji me baştir dibîne.

Em ji ber ew xeletiyên ku me heta niha kirine jî rexneya xwe didin.

Ji niha û pê ve jî hûn çi bibêjin em dê wê bikin. Siberojê hilbijartin heye.

Hûn dê berbijêrên xwe diyar bikin û em tevlî we nabin.”

Tuncer Bakirhan di beşeke din axaftina xwe de ameje bi wê yekê da ku ew dê pêşniyarên dengderên xwe yên derbarê hilbijartinên xwecihî de bi awayekî ciddî gotûbêj bikin û li gor wan pêşniyaran stratejiya xwe ya hilbijartinên xwecihî diyar bikin.

“Fermo berbijêrên xwe diyar bikin”

Bakirhan di berdewamiya axavtina xwe de wiha pê de çû:

“We xwestiye û fermo berbijêrên xwe diyar bikin û li ser ser û ser çavên me. We ev yek ji me daxwaz kiribû.

Gelê me pêşniyar kir û got em li her cihê Tirkiyê bi berbijêrên xwe beşdarî hilbijartinan bibin.

Em jî dê vê pêşniyara gelê xwe bi cidiyetek mezin binirxînin û vê pêşniyara gelê xwe ligel encûmenên me yên pêwendîdar gotûbêj bikin.

Ligel van pêşniyaran em dê di rojên pêş de çawaniya stratejiya xwe ya hilbijartinê zelal bikin û di serî de ji we û gelên Tirkiyeyê re eşkere bikin.”

 

Rudaw

Top