• Monday, 16 February 2026
logo

Devera Sîdekanê dîsa hate bordiman kirin

Gulan Media December 2, 2023 Nûçe
Devera Sîdekanê dîsa hate bordiman kirin

Bi bombeyên napalim hatiye bordimankirin.

Peyamnêrê me yê li devera Sîdekanê ragihand ku, şeva derbasbûyî balefirên şer yên Tirkiyeyê êrîşeke berfire ya esmanî bo ser gerîlayên pkk li deverê de pêk anîne.

Li gor zaniyariyên ku, Peyamnêrê me dane, duhê bişev balefirên şer yên Tirkiyeyê baregeh û navendên pkk yên li devera Sîdekanê bi bombeyên napalim bordiman kirine û jiber dijwariya bordimanê û mezin bûna dengê teqînan tirs û fikar li cem şêniyên wan deveran çê bûne.

Ji aliyeke din ve hate zanîn ku, li Xakûrik û Metîna jî bi heman awayî navendên pkk ji aliyê balefirên şer yên Tirkiyeyê ve hatine bordimankirin.

Top