• Monday, 16 February 2026
logo

Artêşa Îsraîlê dîsa dest bi êrîşên xwe kir

Gulan Media December 2, 2023 Nûçe
Artêşa Îsraîlê dîsa dest bi êrîşên xwe kir

Zêdetir ji 100 kesan hatine kuştin.

Li gor çapemeniya cîhanî duhê çend seatek piştî bi dawî bûna agirbesta însanî ya di navbera Îsraîl û Hemasê de, artêşa Îsraîlê careke din dest bi êrîşên xwe yên li dijî Hemasê kirine.

Çapemeniya cîhanî diyar kiriye ku, di encama êrîşên esmanî yên Îsraîlê bo ser Xezeyî de zêdetir ji 100 kesên din hatine kuştin.

Ji aliyê xwe ve wezareta tendirostî ya Xezeyê jî diyar kiriye ku, di encama  êrîşên duhê de 109 kes hatine kuştin ku, di nava wan de 5 dîlên Îsraîlî jî hene.

Herwiha artêşa Îsraîlê jî qala vê yekê kiriye ku, di şer û pevçûnên duhê înê de 9 leşkerên din yên Îsraîlî jî hatine kuştin.

Top