• Tuesday, 17 February 2026
logo

Hunermend Ebdula Herkî qeza trafîkê kir

Gulan Media August 21, 2023 Hunerî
Hunermend Ebdula Herkî qeza trafîkê kir

Îro 21.08.2023yê hunermend Ebdula Herkî li ser rêya serekî ya Duhok – Akrê qeza trafîkê kir.

Li gor zanyariyên BasNewsê îro hunermend Ebdula Herkî dema ku ji Akrê ve ber bi Duhokê ve diçû li nêzîk wargeha Çire qeza trafîkê kir.

Berdevkê rêveberiya tenduristiya qeza Akrê Nêçîrvan Fexredîn ji BasNewsê re ragehand: ‘’Îro hunermend Ebdula Herkî li ser rêya serekî ya Akrê bo Duhokê li wargeha Çire ya ser bi qeza Şêxanê qeza trafîkê kir, piştî wê ji bo nexwaşxaneya beşa lezgîn hate şandin, çareserî bo hatine kirin û heta astekî ziyan geheştiye milê wî, lê tenduristiya wî başe û di cîh de ye.’’

 

Basnews

Top