Sirwe Resûl, Rêvebera Giştî ya Navenda Hevbeş a Hemahengiya Qeyranan li Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye. Di nîqaşa vê carê ya «Xeleka Nîqaşê» (Rola diyasporaya Kurdî li derveyî qada niştiman ji bo bilindkirina neteweperweriyê) de, dîtin û
Ez destxweşiyê li xeleka nîqaşê ya beşa rewşenbîrî û ragihandinê ya Partiya
Demokrata Kurdistanê dikim ji bo rûxistina vê pirsa hestiyar ku li ser rola
diyasporaya Kurdistanî hatiye rêkxistin. Lewma di vê çarçoveyê de ez ê axaftinên
xwe li ser wan aliyan kom bikim ka Hikûmeta Herêma Kurdistanê çawa serederî li
gel vê dosyeya hestiyar û girîng kiriye.
Guman tê de nîne ku guhertinên bilez û qerebalix ên cîhanê, li rex bandorên xwe
yên kûr li ser diyasporaya Kurdî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê rûbirûyî
berpirsyariyeke mezin û hestiyar kiriye. Heger em li dîroka nêzîk binêrin,
rûxîna rejîma Baesê di sala 2003an de û destpêkirina qonaxeke nû ya seqamgiriyê
(aramiya), bû sedemeke serekî ji bo vegera hezaran malbatên Kurd bo niştiman. Ev
yek tevî wan malbatan e ku ji ber encamên tal ên peymana Cezayîrê neçar bibûn
welat biterikînin; heta niha 248 hezar kes ji wan vegeriyane. Lê mixabin, ew
xewn û hêviya ji bo qonaxeke nû ya tijî aramî û asûdeyî ku xelkê Herêma
Kurdistanê piştî sala 2003an hêvî li ser avakiribû, zêde dom nekir. Vê carê zext
ne bi şêweyê jenosîd, enfal û komkujiyê bûn, belku bi şêweyekî nû xwe nîşan dan;
ew jî binpêkirina mafên destûrî, destbirina ji bo qût û mûçeyan û birîna beşa
bûdceya Herêma Kurdistanê bû, ku bandoreke rasterast li ser berdewambûna vegera
diyasporayê û koçkirinê çêkir.
Ji bilî wê, Herêma Kurdistanê di sala 2014an de, tevî têkbirina terorîstên DAIŞê
û qeyrana darayî, dîsa nirxên bilind ên mirovahiyê û ciwaniya nirxên pêkvejiyanê
di hembêzkirin û mêvandariya du milyon aware û penaberan de li Herêma Kurdistanê
û dabînkirina hemû mafên wan de, tevî hemû astengiyan nîşan da.
Yek ji xalên cewherî ew e ku neteweya Kurd çawa kariye nexweşî û qeyranan bike
derfeteke zêrîn ji bo yekrêziyê. Ew astengiyên rûbirûyî her çar perçeyên
Kurdistanê bûne, bûne hevênê nêzîkbûna zêdetir a çandî, civakî û xurtbûna vîna
pêkvejiyanê. Wek mînak, niha nêzîkî 250 hezar hevwelatiyên Rojavayê Kurdistanê
li Herêmê niştecih in, ku ev jî mînakeke bilind a hevsengiya neteweyî ye. Lê li
gel vê yekê, pêwîst e bi hişyarî serederî li gel pirsa niştecihbûnê bê kirin,
daku ev rewş nebe sedema guhertineke demografîk a metirsîdar û valabûna navçeyên
resen ên Kurdnişîn li perçeyên din, ku di dawiyê de ziyanê digihîne
berjewendiyên bilind.
Ji aliyekî din ve, rewşa niha ya diyasporayê li welatên rojava, bi taybetî li
Yekîtiya Ewropayê, dilgiraniyek mezin çêkiriye. Ji sala 2023an ve guhertineke
radîkal di siyasetên koç û penaberan de çêbûye ku zêdetir ber bi tundî û
sînordarkirinê ve diçin. Gelek malbat hene ku zêdetirî du an sê dehikan e li wan
welatan dijîn, zarokên wan di wê çandê de mezin bûne û tevlî ziman û jîngeha wir
bûne, lê belê niha rûbirûyî nediyariya çarenivîs û metirsiya dersînorkirinê
(dîportkirinê) dibin. Cihê mixabiniyê ye ku pirsa mafê penaberan, bi taybetî li
welatên wek Ewropa û Brîtanya, bûye amûreke propagandayê ya siyasî ji bo
milmilanêya hilbijartinan. Ev rastiya nû dixwaze ku hikûmet û navendên biryarder
bi nêrîneke nû û stratejiyeke xurt li paşeroja peywendiyên xwe yên bi
diyasporayê re binêrin û ji bo parastina mafên wan ên mirovî kar bikin.
Di siya guhertinên bilez û aloz ên cîhanê di pirsa koçê de, Hikûmeta Herêma
Kurdistanê bi dîtineke niştimanî û mirovî ya kûr rûbirûyî astengiyan bûye.
Bernameya kabîneya nehem a hikûmetê, bi serpereştiya rasterast a birêz Mesrûr
Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, guhertineke bingehîn di şêweyê
serederîkirina bi dosyeya koçber û vegeriyayiyan de aniye holê. Ev pêngav ne
tenê karekî îdarî yê hêsan in, belku îfadeya wê hembêza germ a niştiman in ku
her dem ji bo zarokên xwe vekirî ye, heta di kêliyên herî dijwar ên jiyana wan
de jî. Di sala 2023an de, Wezareta Navxwe bi riya Navenda Hevbeş a Hemahengiya
Qeyranan, komek sîstemên navdewletî yên pêşketî anî nava qada hikûmraniyê ku li
ser bingeha ezmûna welatên herî pêşketî yên cîhanê hatine dariştin.
Damezrandina «Sîstema Veguhastina Niştimanî» bi hevkariya Rêxistina Navdewletî
ya Koçê (IOM), yek ji destkeftên herî girîng e. Ev sîstem wek sîwaneke giştgîr
kar dike ku hemû fermangehên hikûmî, wezaret û fermangeha peywendiyên derve di
bin yek stratejiya hevbeş de kom dike. Armanca serekî ya vê saziyê, guhertina
nêrîna vegeriyayiyan e ji bêhêvîtiyê bo destpêkeke nû, ji ber ku vegera bo
niştiman ne dawiya dinyayê ye, belku derfetek e ji bo jiyaneke hêjatir. Di vê
çarçoveyê de, Hikûmeta Herêmê xwediyê helwesteke exlaqî û siyasî ya xurt e, ew
jî dijayetîkirina her cûre vegereke bi zorê ye. Her lewma, ew firokeyên ku
koçberan bi zorê vedigerînin, li firokexaneya navdewletî ya Bexdayê dadikevin,
ji ber ku Herêma Kurdistanê ne amade ye bibe beşek ji wê siyaseta neçarî ku
rûmet û vîna mirovan binpê dike.
Trajediya koçberan wê demê dest pê dike ku vedigerin xala sifir. Gelek ji wan
piştî bi dehan sal man li xerîbiyê, bi derûneke wêran û bê ti hêviyekê
vedigerin. Li vir rola Sîstema Veguhastina Niştimanî derdikeve holê; bi riya
hevpeyvînên hûr û zanistî, pêdiviyên wan tên destnîşankirin. Ji derxistina
belgeyên fermî ku piraniya wan ji ber guhertina nav an wendabûna nasnameyên xwe
tûşî pirsgirêkê bûne, heta digihe pêşkêşkirina alîkariya bijîşkî û derûnî ji bo
wan kesên ku di geştên xwe yên tije metirsî de rastî şokê hatine. Cihê
mixabiniyê ye ku gelek caran ev veger dibin sedema parçekirina malbatan; dayik
li vir û zarok û bav li wir, yan jî keçek bi tenê tê vegerandin û malbata wê li
xerîbiyê dimîne. Ev qutbûnên civakî birîneke kûr di laşê civakê de çêdikin, ku
tîmên hikûmetê şev û roj bi dermankirina wan re mijûl in.
Pirsgirêkeke din a mezin mijara tevlîkirina zarokên vegeriyayî ye di kerta
perwerdeyê de. Ew zarokên ku li Ewropayê mezin bûne, ne zimanê Kurdî û ne jî yê
Îngilîzî bi başî nizanin û tenê bi zimanên wan welatan diaxivin ku lê mezin
bûne. Hikûmeta Herêmê li gel Wezareta Perwerdeyê hewl daye xwendegehên taybet
dabîn bike, lê pêdivî ji binesaziyan zêdetir in. Li gel wê jî hewl berdewam in
ji bo avakirina şiyana navxweyî û dabînkirina bûdceya taybet ji bo pêdana
mînheyan û xistina ser kar, daku vegeriyayî hest bikin ku li vir destpêkeke din
heye. Herçend alîkarî di asta daxwaza hikûmetê de nînin ji bo cîhgirkirina temam
a wan kesan, lê hebûna sîstemeke pêşketî ku di 127 welatên cîhanê de tê
bikaranîn û ji bo yekem car di sala 2023an de li vir hat cîhgirkirin, pêngaveke
dîrokî ye.
Ji aliyekî din ve, rewşa pêkhateyan, bi taybetî Kurdên Êzidî û Xirîstiyanan,
beşeke girîng û hestiyar a vê dosyeyê ye. Niha nêzîkî 300 hezar kes ji xwişk û
birayên Êzidî li kampan û derveyî kampên Herêma Kurdistanê dijîn û ji ber
cîhbicîhnekirina peymana Şingalê û hebûna mîlîsên neqanûnî, nikarin vegerin ser
zêda (cihê) xwe. Karesat li vir kûrtir dibe dema ku welatên Ewropayê dest bi
dersînorkirina Êzidiyan dikin. Tenê li parêzgeha Duhokê, bi sedan kes hatine
dersînorkirin ku beşeke mezin ji wan Êzidî ne. Ev binpêkirineke eşkere ya
qanûnên navdewletî yên penaberiyê ye, ji ber ku mirov nabe bo cihekî bê şandin
ku asayîş lê nîne. Hikûmeta Herêma Kurdistanê berdewam di nava lobîkirinê de ye
daku cîhanê têbigihîne ku Şingal hîn ji bo jiyanê ne guncaw e û metirsiya
guhertina demografîk li wan deveran gefeke cidî ye li ser pêkvejiyanê.
Li vir divê bi eşkereyî bê gotin ku pirsa koç û vegerê, ne tenê erka wezaretêkê
ye, belku berpirsyariyeke niştimanî û navdewletî ye. Hikûmeta Federal a Iraqê
divê gelek berpirsyaranetir serederiyê bi vê dosyeyê re bike, bi taybetî di
parastina mafê pêkhateyan û dabînkirina şayisteyên darayî ji bo vegeriyayiyan
de. Em li Herêma Kurdistanê tevî hemû qeyran û zextan, deriyên xwe vekirî
dihêlin. Armanca me ew e sîstemekê ava bikin ku tê de ti hevwelatiyek hest bi
biyaniybûnê neke di nava axa xwe de. Xebata me ji bo wê ye ku veger bibe
hilbijartineke rûmetdar, ne neçariyeke tal. Ev yek jî bêyî hemahengiya rasteqîn
a civaka navdewletî û cîhbicîhkirina peymanên siyasî pêk nayê. Hikûmeta Herêmê
dê berdewam bibe li ser pêşxistina vê sîstema mirovî, ji ber ku mirov li cem me
çeqê (senterê) hemû biryar û siyasetan e.
Pirsgirêka koçê û encamên wê yên cûda, yek ji wan dosyeyên hestiyar e ku
Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi dîtineke nû û stratejiyeke giştgîr serederiyê bi
wê re dike. Di vê çarçoveyê de Wezareta Navxwe kar dike ji bo rêkxistina
peywendiyên li gel diyasporayê û rêkxistina proseya vegerê, bi awayekî ku tenê
serederî li gel encaman neke, belku ji koka xwe ve çareseriya sedemên koça
neqanûnî bike. Armanca me ya serekî parastina sermayeya mirovî û rêgirtin e li
wê yekê ku ciwanên me bibin qurbaniyên destê qaçaxçiyan û rêyên metirsîdar.
Lewma Hikûmeta Herêmê li şûna tekezkirina li ser qonaxa piştî nexweşiyan, niha
li ser proseya hişyarkirinê û dabînkirina derfetên qanûnî kar dike, daku pêgeha
Herêma Kurdistanê di navendên navdewletî de wek aliyekî berpirsyar û pêşeng
bihêztir bike. Em dixwazin baweriyê ji bo ciwanan vegerînin û ji wan re bibêjin
ku niştiman cihê geşepêdana xewnên wan e.
Yek ji destkeftên herî girîng û bi qîmet ên Wezareta Navxwe di sala 2023an de,
damezrandina «Sîstema Veguhastina Niştimanî» (NRM) bû bi hevkariya Rêxistina
Navdewletî ya Koçê (IOM). Ev sîstemeke cîhanî ye ku di zêdetirî 127 welatên
pêşketî de tê cîhbicîhkirin û Herêma Kurdistanê yek ji wan cihên kêmwêne yên
cîhanê ye ku xwediyê vê teknolojî û metoda zanistî ya pêşketî ye. Ev sîstema
bêhempa, hemû hewlên navxweyî û navdewletî di bin sîwana fermî ya hikûmetê de
yek dixe, bi armanca alîkarîkirina wan kesên ku ji derveyî welat vedigerin.
Xizmetguzarî li vir piralî û giştgîr in; ji dabînkirina alîkariya darayî ya
bilez û derxistina belgeyên qanûnî bigire, heta digihe rêkxistina xûlên pîşeyî,
xizmetguzariya bijîşkî û derfetên perwerdeyî. Heta niha 3178 kes di vê sîstemê
de bi fermî hatine tomarkirin û sûdmend bûne, ev jî nîşanderê rûyê geş û dîjîtal
ê Herêma Kurdistanê ye di birêvebirina dosyeyên mirovî û têgihiştina bilind ji
bo guhertinên bilez.
Li rex van hewlên teknîkî, dosyeya xwişk û birayên Êzidî û navçeyên nakok,
beşeke veneqetiyayî ne ji xem û nîgeraniyên me. Tevî hewlên bêwestan ji bo
tevlîkirina vegeriyayiyan, hîn dersînorkirina bi zorê ya hevwelatiyan ji aliyê
welatên Ewropayê ve, cihê rawesteyeke cidî ye. Heta niha 249 kesên Êzidî hatine
vegerandin ku 101 ji wan bi şêweyê dîportê bûye. Ev di demekê de ye ku peymana
Şingalê hîn nehatiye cîhbicîhkirin û nêzîkî 300 hezar Êzidî li hundir û derveyî
kampan di awarebûnê de dijîn. Hikûmeta Herêmê berdewam di hewldanê de ye ji bo
rêgirtina li vê dersînorkirina penaberan û parastina rûmeta wan a mirovî.
Serdana fermî ya Wezîrê Navxwe bo welatê Almanyayê di Tebaxa sala 2024an de,
pêngaveke dîplomasî ya bibandor bû, ku bû sedema paşxistina biryara
cîhbicîhkirina dersînorkirinê li çendîn herêmên wî welatî ji bo dema şeş mehan.
Em ji vir tekez dikin ku kilîla bingehîn ji bo çareseriya vê qeyranê,
cîhbicîhkirina bêmerc a peymana Şingalê û rêgirtin e li her hewleke guhertina
demografî, daku xelkê rêzdar ê Şingalê vegerin ser zêda bav û bapîrên xwe û
ciwanên wan neçar nebin berê xwe bidin çarenivîsa nediyar a xerîbiyê.
Pêngaveke din a stratejîk û girîng, damezrandina «Navenda Şêwirmendiya Koçê»
(MRC) bû di Hezîrana sala 2024an de. Herêma Kurdistanê wek nehemîn cih li ser
asta cîhanê ye ku ev navenda navdewletî lê hat damezrandin, ku bi piştgiriya
welatên wek Norwêc, Almanya, Swîsre, Danîmarka û Fînlandiyayê kar dike. Ev
navend ne tenê nivîsgehek e, belku pireke peywendiyê ye ji bo nîşandana derfetên
qanûnî yên koçê û hişyarkirina ji metirsiyên rêyên neqanûnî. Heta niha
zêdetirî 11 hezar hevwelatî şêwirmendiya pisporane jê wergirtine û kampenên me
yên berfireh li ser medyaya civakî ji bo her babetekî bi milyonan bîner hene. Me
bi riya şandina kurtepeyam, encamdana semîneran li zankoyan û gera mal bi mal li
kolanan, hewl daye têgihiştina civakê li hember koçê biguherînin. Her wiha ev
navend şêwirmendiyê dide wan biyaniyan jî ku berê xwe didin Herêmê, daku bi
qanûnan aşna bin û ji her gefekê parastî bin. Ev jî sîmayeke şaristanî dide
herêma me.
Di rûyê navdewletî ve Hikûmeta Herêma Kurdistanê kariye baweriyeke mezin di
navbera welatên Yekîtiya Ewropayê de çêbike. Îmzêkirina nameya hevtêgihiştinê li
gel Ajansa Geşepêdanê ya Almanyayê (GIZ) ji bo dîtina derfetên qanûnî li wî
welatî, yek ji wan hewlên cidî ye ku dibe sedem ciwanên me bi serbilindî û bi
şêweyekî qanûnî ezmûna cîhanî bi dest bixin û paşê wê ezmûnê ji bo avadankirina
Kurdistanê bi kar bînin. Her wiha karkirina li ser projeya (Skills Mobility
Partnership) asoyeke nû ji bo ciwanên xwedî şiyan vedike. Tevî qeyrana darayî û
astengiyên siyasî, vê siyaseta hûr û zanistî encamên berbiçav hebûne. Li gorî
dawîn raporên navdewletî, koça neqanûnî li Iraqê û Herêma Kurdistanê, di heşt
mehên borî de bi rêjeya 37% heta 50% kêm bûye. Ev yek rastiyekê diselmîne ku
dema hikûmet bi sîstem, data û planên xurt kar dike, dikare guhertineke bingehîn
di rastiya civakê de çêbike.
Pêwîst e bi eşkereyî amaje bi wê yekê bê kirin ku tevî van serkeftinên
navdewletî, hîn cudakariyeke nerewa ji aliyê Hikûmeta Federal ve li hember
vegeriyayiyên Herêma Kurdistanê tê meşandin. Em wek Wezareta Navxwe berdewam li
ser xetê ne li gel Bexdayê ji bo dabînkirina yeksanî û dadperweriyê di
dabeşkirina maf û şayisteyan de. Parastina jiyan û rûmeta hevwelatiyên me li
navxwe û derveyî welat, erka niştimanî û exlaqî ya me ya herî li pêş e. Em
naxwazin tenê bi şêweyekî fîzîkî rêgiriyê li koçê bikin, belku em dixwazin
jîngehekê biafirînin ku tê de ciwanên Kurd hest bi hêvî û aramiyê bikin. Heger
ciwanekî biryara geştkirinê jî da, pêwîst e bi riya deriyên qanûnî ve be daku
bibe cihê şanaziyê û dewlemendkirina sermayeya zanistî ya niştimanê me. Karwanê
çaksazî û bisîstemkirina xizmetguzariyan li Wezareta Navxwe bi hevkariya li gel
hevbeşên navdewletî berdewam e, bi wê arasteyê ku Herêma Kurdistanê her dem wek
mînakeke geş a seqamgirî, qanûnperwerî û pêşketinê li navçeyê de bimîne.
Baweriya me ew e ku ciwanên me hêza livîner a serekî ya vî karwanê avadaniyê ne,
ne qurbaniyeke bê navnîşan a pêlên derya û sînorên nediyar ên xerîbiyê, lewma em
hemû şiyanên xwe dixin xizmetê ji bo parastina wan.
