Hunermend Şukir Xeyat koça dawî kir
Duh 18.08.2023yê hunermendê kurd Şukir Xeyat li nexwaşxaneyekî Hewlêrê koça dawî kir.
Hunermendê şanokar Eswed Fayeq ev nûçe ji bo BasNewsê piştrast kir û ragehand: Şeva borî hunermend Şukir Xeyat ji ber nexwaşiyê koça dawî kir.
Şukir Xeyat xelkê Kerkûkê ye, yek ji hunermendên bi ezmûn ê kurd dihate naskirin û hevalê Elî Merdan û Husên Elî û Selah Dawud e. Hunermendê xwedê jê razî yê kurd şarazayiya wî ya baş di stran gotina bi meqamê navçeyên Kerkûk û Germiyanê hebû û xwedî gelek stranên kurdî bû.
Basnews
