• Wednesday, 18 February 2026
logo

Encûmena Wezîrên Navxwe ya Erebî fermana girtinê ji bo Wehab Helebceyî derxist

Gulan Media August 10, 2023 Nûçe
Encûmena Wezîrên Navxwe ya Erebî fermana girtinê ji bo Wehab Helebceyî derxist

Encûmena Wezîrên Navxwe ya Erebî ku ser bi Komkara Erebî ye, li ser daxwaza desthilata taybetmend a Komara Iraqê, li ser dosya kuştin û terorê, fermana girtinê ji bo Wehab Helebceyî derxist.

Li gor wê nivîsa ku îro 09.08.2023yê ji aliyê serokatiya dozgerê giştî ve hatiye belav kirin, Encûmena Wezîrên Navxwe ya Erebî ku ser bi Komkara Erebî ye, bi tometa terorê fermana girtinê ji bo Wehab Helebceyî derxistiye û diyar kiriye, Wehab Helebceyî derveyî nasnameya Iraqî, xwedî nasname û pasaporta Domînîka ye jî.

Di heman fermanê de hatiye diyar kirin ku, Wehab Helebceyî li gel çend kesekî din tometbare ji ber plan danîn û teqandina otomobîlekî ya li bajarê Hewlêrê ku di encamê de efserekî dije terorê jiyana xwe ji dest daye û hevjîn û xwîşk û zarokekî wî jî birîndar bûne.

Encûmena Wezîrên Navxwe ya Erebî sala 1980ê yê de hatiye damezrandin û her 22 endamên Komkara Erebî endamin û di gelek warên cuda de pêwendîdar bi rewşa navxwe ya welatên endamên encûmena kar û çalakiyên wê hene.

 

Basnews

Top