Ebdo Hebeş: Ev du roje tevgerekî ne asayî ya PKKê li Rojavayê Kurdistanê heye
Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê li Sûriyê (Partî) amaje bi wê yekê dike ku yek ji xalên rêkeftina Sûriye û HSDê ew e ku divê kadro û rêveberên PKKê ji Rojavayê Kurdistanê bên kêşan û nemînin û biçin Qendîlê. Lê li gor ew nûçeyên geheştine me, derbarê tevgera PKKê de li Rojavayê Kurdistanê cudaye û dixwazin rewşê tevlihev bikin.
Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê li Sûriyê (Partî) Ebdo Hebeş ji BasNewsê re ragehand: ‘’Ev du roje PKK li Rojavayê Kurdistanê, li Kobanê û Qamişlo dest bi tevgera partî û xwepêşandana partiyê û bilindkirina posterên Ocalan û PKKê û dirûşmên partiya xwe kirine. Bi taybet jî ferman didin ku alayên Kurdistanê bînin xwarê û ala TEV-DEMê bilind bikin. Ev tevgera PKKê nîgeranî li gel me çêkiriye û em wisa dizanin ku dixwazin rewşê tevlihev bikin. Ev piştevaniya li Rojavayê Kurdistanê têkirin jî dê bi wî awayî têkbidin. Ji ber ku ditirsin PKK ji Rojavayê Kurdistanê bê damalîn, ji bo wê jî zêdetirî berê dest bi fişarê kirine, bi taybet dest ji dirûşmên piştevaniya parçeyên din jî berdane û dubare dest bi tehrîk kirina Tirkiyê û dewletên din kirine. Ev siyaset çewte û di berjewendiya ti kesî de nîne û tenê dê Rojavayê Kurdistanê ziyanê bibîne.’’
Herwaha got: ‘’Tişta pir nexwaş ew e ku ew aliyên bi hewara Rojavayê Kurdistanê de çûn, Başûrê Kurdistanê û Serok Barzanî bû. Naha dubare Qendîl hatiye û dest bi ragehandina derew û dek û dolaban kiriye û kînê belav dikin û naxwazin yekitî hebe û ew dixwazin rewşê tevlihev bikin. PKK dizane dirûşmên wan li Rojavayê Kurdistanê baş nebû û şikest anîn, ji bo wê jî dest bi planeke din kiriye.’’
Basnews
