• Tuesday, 17 February 2026
logo

Konsulê Koreya Başûr: Jîriya Destkird dê behreyên nifşê nû yê Kurdistanê nîşanî cîhanê bide

Gulan Media February 17, 2026 Nûçe
Konsulê Koreya Başûr: Jîriya Destkird dê behreyên nifşê nû yê Kurdistanê nîşanî cîhanê bide

Konsulê Giştî yê Koreya Başûr li Herêma Kurdistanê ragihand, lidarxistina projeyên Jîriya Destkird (AI) li Kurdistanê, nîşana hêz û şiyana nifşê nû yê Kurdistanê ye.

Konsulê Giştî yê Koreya Başûr li Herêma Kurdistanê, Seung-cheol Lim, îro 17ê Sibatê ji Kurdistan24ê re behsa girîngiya pêşxistina teknolojiyê li Herêma Kurdistanê kir. Lim destnîşan kir ku lidarxistina çalakiyên "Jîriya Destkird" (AI) li Kurdistanê xaleke werçerxanê ya girîng e û got: "Ev cure çalakî nîşan didin ku nifşê îro yê Kurdistanê xwedî çi hêz û derfeteke mezin e."

Konsulê Koreya Başûr diyar kir, ev cure xebat ji bo gelê Kurdistanê bûne pêdiviyeke sereke û armanca wan ew e ku jêhatîbûna ciwanên Kurd di platformên navdewletî de bidin nîşandan. Lim herwiha bang li hemû sazî û kompanyayan kir ku piştgiriya van projeyan bikin, ji ber ku îro li seranserê cîhanê daxwazeke pir mezin li ser teknolojiyên zîrek heye.

Li ser hûrgiliyên bernameyê, Seung-cheol Lim aşkere kir ku kompanyaya "Ovanna" serkêşiya vê çalakiyê dike. Proje dê sê mehan (ji meha Hezîranê heta Îlonê) berdewam bike. Berî destpêkirina proseyê, di mehên Adar û Nîsanê de, bi hevkariya saziyên wekî (Riwanga, Kurdistan Foundation, Kurd Vision Education) û çendîn dezgehên din, li deverên cuda xulên rahênanê yên li ser Jîriya Destkird ji bo beşdarvanan werin vekirin.

Di dawiya daxuyaniya xwe de, Konsulê Koreya Başûr amaje bi wê kir ku her çend pispor dê nirxandinê ji bo asta beşdarvanan bikin, lê ti sînor ji bo hejmara kesên beşdar nehatiye danîn. Derî li ber hemû ciwanên ku dixwazin di vî warî de xwe pêş bixin vekirî ye û ev fersendeke mezin e da ku behreyên xwe nîşanî cîhanê bidin.

 
 

 

K24

Top