Fermandarê Lîwaya 2 ya Pêşmerge: Aso Almanî û Westa Resûl 16ê cotmehê fermana vekêşînê dan Pêşmergeyên lîwaya me
Fermandarê Lîwaya 2 ya Eniya 5 a Rojavayê Kerkûkê, ku yek ji wan lîwayên hevbeş bû, ragehand, Pêşmergeyên ser bi YNKê 2 roj berî 16ê cotmeha 2017ê bar û tiştên xwe pêçabûn û xwe ji bo vekêşînê amade kiribûn. Herwaha dibêje ji aliyê Aso Almanî ve fermana vekêşînê ji Pêşmergeyên lîwayê re hate dayîn.
Derbarê xiyaneta 16ê cotmeha 2017ê de ku YNK bangeşeya partiya xwe dike ku xwedê girawî berevanî kirine û wê derbarê de fermandarê lîwaya 2 ya eniya 5 a Rojavayê Kerkûkê Emîd Îdrîs Mewlûd ji BasNewsê re ragehand: ‘’Li eniya me hemû berpirsên YNKê û PDKê li wêderê bûn, fermana şer û berevaniyê ji wan re hatibû dayîn, ne ku fermana vekêşînê. Lê hevalên YNKê 2 roj berî wê bar û tiştên xwe komkirin û gotin, ji bo me ji aliyê rêveberên yên YNKê yên li malbenda YNKê ya li Kerkûkê û Aso Almanî û Westa Resûl ve fermana vekêşînê ji bo me hatiye, ku em şer nekin û wan Pêşmergeyan got, herçend ferman ji bo me hatiye, lê em xwe venakşînin, lê ji wê gotinê zûtir jî xwe vekêşandin û çûn Silêmaniyê.’’
Herwaha got: ‘’Bêguman berî her tiştî YNKê rêkeftina wê li gel Heşdî Şeibî û artêşa Iraqê hebû, ji bo wê jî Pêşmergeyên xwe naçarî vekêşînê kirin. Ti tiştek ji wan bicîh nema. Aso Almanî endamê polîtburoya YNKê ye divê rastiyan bibêje, ku bixwe fermana vekêşînê daye Pêşmergeyan, ne ku wek naha wek di televîzyonan de ji bo berjewendiya xwe ya kesî û partiya xwe rastiyan berevajî bike.’’
Basnews
