• Wednesday, 18 February 2026
logo

Vegera Şingaliyan bo malên xwe berdewame

Gulan Media August 9, 2023 Nûçe
Vegera Şingaliyan bo malên xwe berdewame

Duhê jî 100 welatiyên din vegeriyane.

Li gor zaniyariyên berdest vegera welatiyên Êzidî yên aware, bo Şingalê didome û duhê 100 welatiyên din yên Êzidî yên ku, li kempên Parêzgeha Dihukê bicîh bibûn, vegeriyane Şingalê û çûne ser malên xwe.

Ji aliyeke din ve nebûna xizmetgozariyan, nebûna ewlekarî û hebûna komên çekdar weke astengên sereke li berdem vegera Şingaliyan bo cîhên xwe berdewamin û hikûmeta Îraqê jî dibêje hikûmet hevkarî û karasanî bo wan Êzidiyan dike ku, dixwazin vegerên ser malên xwe.

Top