• Wednesday, 18 February 2026
logo

Encûmena Wezîran encamên serdana şanda hikûmetê bo Bexdayê gotûbêj dike

Gulan Media August 9, 2023 Nûçe
Encûmena Wezîran encamên serdana şanda hikûmetê bo Bexdayê gotûbêj dike

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro 9ê Tebaxa 2023an bi serperiştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî dicive.

Li daxuyaniya Fermangeha Medya û Zanyariyan, di mijara yekem a civînê de, encamên serdana şanda Herêma Kurdistanê bo Bexdayê ya taybet ji bo amadekirina projeyasaya petrol û gaza federal tê pêşkêşkirin.

Di mijara duyem ya civînê de jî, reşnivîsa peyrewa (Sindûqa çavdêrî û şiyandina kesên astengdar, xwedî pêwîstiyên taybet û bejinkurtan) li ber ronahiya yasaya jimare (22) ya sala 2011ê tê pêşkêşkirin.

 

K24

Top