Brîtanya êdî koçberan di nav keştiyekê de niştecî dike
Brîtanyayê biryar da, êdî koçberan di nav keştiyekê de niştecî dike ku wek keştiya "Bibby Stockholm" tê nasîn, cihê keştiyê dikeve peravên başûrê rojavayê Îngiltereyê.
Îro Duşemê 7ê Tebaxa 2023an, Hikûmeta Brîtanyayê dest bi niştecîkirina koçberan di nav keştiyê de kir ku li peravên başûrê rojavayê Îngiltereyê li bajarê Portland hatiye rawestandin.
Biryara cîgirkirina keştiyê li Portlandê ku giraveke biçûk e û hejmara nişticiyên wê nêzîkî 13 hezar û 600 kes e, bertekên hinek ji xelkê wê navçeyê li pey xwe anî û dibêjin, ew navçe ji bo wî erkî guncaw nîne.
Her wiha çalakvanên mafên mirovan êrîş dikin ser vê siyasetê û dibêjin, ew keştî ji bo vê mebestê nehêja ye û çend hefte berê xwepêşandan ji bo vê mebestê hatibû encamdan.
Hikûmeta Brîtanyayê ku hewl dide lêçûnên niştecîkirina penaberan kêm bike, piştî zêdebûna hejmara hatina penaberan ji rûbaran bi belemeyên biçûk di salên borî de, pêdagirî li ser wê yekê kir ku keştiyekê cihê niştecîbûnê yê guncaw dabîn dikin.
K24
