Kurdistan24 naveroka civîna şanda PDK û aliyên Îdareya Dewletê eşkere dike
Şandeke bilind a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û aliyên Hevpeymaniya Îdareya Dewletê li Bexdayê civiyan û Serokê Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê li Bexdayê Faris Îsa ji Kurdistan24ê re ragihand, civîneke baş ligel Hevpeymaniya Îdareya Dewletê encam dane.
Îro Duşemê 7ê Tebaxa 2023an, şanda Polîtburoya PDKê bi serokatiya Fazil Mîranî li Bexdayê li Ofîsa Sereke ya Hadî Amirî û bi amadebûna Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî û Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Muhsîn Mendelawî û hejmarek ji serkirdeyên diyar ên Hevpeymaniya Îdareya Dewletê civiyan.
Serokê Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê li Bexdayê Faris Îsa ji Kurdistan24ê re naveroka civînê eşkere kir ku civîna wan erênî û gelek baş ligel serkirdeyên Hevpeymaniya Îdareya Dewletê encam dane.
Li gor zanyariyên Peyamnêrê Kurdistan24ê, şanda PDK ji bo gotûbêjkirina li ser pabendbûna Hikûmeta Iraqê bi rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê û cîbicîkirina yasaya budceyê û bidestxistina heqên darayî yên Herêma Kurdistanê û rêkeftina li ser dema derbaskirina yasaya petrol û gazê ligeş Hevpeymaniya Îdareya Dewletê gotûbêj kirine.
Şanderê Kurdistan24ê bo Bexdayê li ser naveroka civînê eşkere kir, di civînê de şandê, peyama PDKê gihandiye aliyên Îdareya Dewletê ku li ser peyrewkirina rêkeftina di navbera aliyên Îdareya Dewletê de heye ji bo pêkanîna hikûmetê û cîbicîkirina bernameya kabîneya Sûdanî ku li Parlamentoya Iraqê hatiye pesendkirin.
Her wiha endameke şanda PDKê ji Kurdistan24ê re ragihand, hemû wan têbîniyên PDKê li ser hemû proseya birêvebirina hikûmetê û pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê di civînê de hatiye behskirin û bersiva serkirdeyên Îdareya Dewletê erênî bûye.
Di civînê de şanda Polîtburoya PDKê nîgeraniyên xwe di cîbicînekirina beşek ji birgeyên rêkeftina navbera aliyan û karnameya kabîneya hikûmet û şêwaza hevbeşîkirin û biryardana pirsên taybet bi Herêma Kurdistanê de gihandine serkirdeyên Îdareya Dewletê.
K24
