• Wednesday, 18 February 2026
logo

Asta ava Çemê Reş daketiye: 'Çavkanî kêm bûne'

Gulan Media August 7, 2023 Nûçe
Asta ava Çemê Reş daketiye: 'Çavkanî kêm bûne'

Asta avê ya Çemê Reş a parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê daketiye.

Îsal ji ber bilindbûna pileyên germahiyê û guherîna keşûhewayê asta ava Çemê Reş gelekî daketiye û ser çem tev bûye kevz.

Pispor vê yekê wekî metirsiyeke mezin dibînin û dibêjin ev gefeke li ser jiyana candarên ku di nav avê de dijîn û nîşana kêmbûna çavkaniyên avê ye.

“Çavkaniyên avê gelekî kêm bûne”

Mamostayê Zanîngeha Alparslan a Mûşê Dr. Îskender Dolek li ser daketina asta ava Çemê Reş got:

“Di van rojên ku em germahiya herî zêde ya sed salên dawiyê dijîn de, çavkaniyên avê jî gelekî kêm bûne. Ev jî giringiya rast bikaranîna avê derdixe pêş. Bi zêdebûna pileya germahiyê re asta Çemê Reş gelekî daket.

Ji ber wê yekê jî gelek bakterî, kevz û candarên nû li ser rûyê çem çêbûne, em niha li ser wê yekê lêkolînekê dikin. Ev jî li ser jiyana hemû candaran dibe gefek.”

Bi daketina asta avê re kevz li ser avê çêdibin, bi bilindbûna asta avê re namîne. Kevz oksîjenê kêm dike û ev jî dibe sedema kêmbûna masiyan û gelek candarên din ên avî.

Di heman demê de ji ber kêmbûna oksîjenê kalîteya avê jî dadikeve. Ji bo kesên ku ji bo hênik bibin xwe davêjin avê metirsiya çêbûna nexweşiyên çerm çêdike.

Cotkar jî ji daketina ava Çemê Reş dilgiran in

Cotkarekî bi navê Fuat Guneş jî li ser daketina asta avê anî ziman:

“Germahiya îsal bandoreke zêde li jiyana me kiriye. Em karê çandiniyê dikin. Me par zeviyên xwe hefteyê carê av dida lê niha divê em hefteyê 2-3 caran av bidin. Karasû bûye ava kesk, asta avê gelekî daketiye.”

Bilindbûna pileyên germahiyê, daketina asta avê û hişkesalî niha pirsgirêkeke cîhanî ye.

Pispor dibêjin ji bo parastina avê û bikaranîneke zanistî erkê herî mezin dikeve ser milê mirovan. Mirov dema avê bi kar tînin divê kêmbûna asta avê di bîra wan de be.

 

Rudaw

Top