Nahyeyekî din a sînorê parêzgeha Hewlêrê dê bibe qeza
Îro encûmena parêzgeha Hewlêrê dê bicive û dê dengdan li ser bi qeza bûna nahyeya Herîrê jî bê kirin û nahyeya Basirme jî dê bi Herîrê ve bê girêdan.
Serokê Fraksiyona PDKê li encûmena parêzgeha Hewlêrê Kenan Xeylanî ragehand: ‘’Biryare encûmena parêzgeha Hewlêrê civîna xwe ya asayî encam bide û lijneya navxwe jî dê raporta xwe bixwîne. Derbarê nivîsa parêzgeha Hewlêrê ya ku ji encûmena parêzgehê re pêşkeş kiriye, ku qeza Herîrî û navenda wê û duyem jî qutkirina nahyeya Basirme ji qeza Şeqlawe û bi qezabûna Herîrê ve bi Herîrê re bê girêdan. Elbet endam dikarin gotûbêjê bikin û têbiniyên xwe li ser raportê bînin ziman.’’
Kenan Xeylanî got: ‘’Biryare di civînê de deng li ser qezabûna Herîrê bê dayîn û nahyeya Basirme jî pê ve bê girêdan û em bawerin dê bê pejirandin.’’
Civîna encûmena parêzgeha Hewlêrê îro 07.08.2023yê demjimêr 11:30ê birêve diçe.
Basnews
