• Wednesday, 18 February 2026
logo

Bavekî kurê xwe bi zincîrê girê da

Bavekî kurê xwe bi zincîrê girê da

Li parêzgeha Bexdayê ya Îraqê zarokek ji aliyê bavê xwe ve bi zincîrekê hat darxistin.

Wezareta Karên Navxwe ya Îraqê di daxuyaniyekê de ragihand ku piştî gihîştina zanyariyên li ser darxistina zarokekî 10 salî ji aliyê bavê xwe ve, ji bo rizgarkirina zarok û desteserkirina tawanbar erêkirina dadger hat wergirtin.

Bûyera darxistina zarokê 10 salî bi zincîrê li navçeya Kerxiyê ya Bexdayê rû da.

Wezareta Karên Navxwe ya Îraqê got, “Lijneyeke pispor bi koordîneya Rêveberiya Polîsan, di nava malê de geriya û zarok rizgar kir, bavê ku tundûtûjî li zarokê xwe kiribû jî hate desteserkirin.”

Wezaretê da zanîn ku bav bikarhênerê madeyên hişbir e û ji mala wî madeyên hişbir, keleşnîkovek, 3 gule û 2 narincok hatine bidestxistin.

Li tawanbar doz hate vekirin û tedbîrên hiqûqî hatin wergirtin.

Li gorî Rêxistina Urê ya Rewşenbîriya Jin û Zarokan, sala borî zêdetirî 15 hezar bûyerên tundûtûjiya nav malê li Îraqê hatine tomarkirin.

Ji sala 2020î ve Encûmena Wezîran a Îraqê projeyasaya têkoşîna li dijî tundûtûjiya pesend kiriye û ji parlamentoyê re şandiye lê heta niha jî ji aliyê parlamentoyê ve nehatiye pesendkirin.

 

Rudaw

Top