• Wednesday, 18 February 2026
logo

Grûpa Siltan Silêman Şah bacê ji koçberên Efrînê distîne

Gulan Media August 6, 2023 Nûçe
Grûpa Siltan Silêman Şah bacê ji koçberên Efrînê distîne

Çekdarên Grûpa Siltan Silêman Şah a girêdayî Tirkieyê bi zorê bacê li ser wan koçberên Efrînî yên ku vedigerin gundên xwe disepîne.

Çalakvanê belgekirina binpêkirinan li herêma Efrînê Mistefa Şêxo ji Rûdawê re ragihand ku çekdarên grûpa Siltan Silêman Şah, 500 dolar li ser her koçberekî ku vegere gundê xwe disepînin.

Mistefa Şêxo got: “Çekdarên grûpa, ku bi navê Emşat tê naskirin, vê baca zorane bi taybet li ser koçberên Efrînî, yên ku vedigerin nahiyeya Mabata disepînin.”

Li gorî zanyariyên Rûdawê ji bilî grûpên çekdar, dezgehên ser bi opozisyonê ve jî baca bi navê çareserkirina rewşa wan, ji her malbateke ku vedigire Efrînê distînin

 

Rudaw

Top