Umêd Xoşnaw: Serokwezîr dê çavdêriya lîstoka futbolê ya Hewlêrê bike û ji bo serkeftinê jî pir bi kelecan e
Parêzgarê Hewlêrê ragehand: Îro di hevdîtina li gel cenabê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê de gotûbêjek derbarê xizmet kirina Hewlêrê de hate kirin û Serokê Hikûmetê ji bo serkeftina lîstoka futbolê ya Hewlêrê ye, ku dê îro di navbera lîstoka fînalê dê di navbera tîma Hewlêr û Quwe Cewî de li ser kupaya Iraqê pêkbê.
Îro 05.08.2023yê parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw ragehand, îro li gel cenabê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî gotûbêjek derbarê xizmet kirina zêdetir ji bo Hewlêrê pêkanîne.
Parêzgarê Hewlêrê dibêje: ‘’Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji bo serkeftina tîma Hewlêrê pir bi kelecane û çavdêriya lîstokê dê bike. Bi piştevaniya xwedayê mezin piştî bidestanîna kupayê, serokê hikûmetê ji rêzgirtin li lîstokvanan û klûba Hewlêrê bi aheng û merasîkê dê pêşwazî li wan bike.’’
Basnews
