• Wednesday, 18 February 2026
logo

Li Erzeromê lehî rabû, mal di bin avê de man

Gulan Media August 6, 2023 Nûçe
Li Erzeromê lehî rabû, mal di bin avê de man

 Li parêzgeha Erzeromê ya Bakurê Kurdistanê baraneke gur bariya.

Bi barana gur re lehî rabû û av ket hundirê gelek malan, zeviyên çandiniyê jî di bin avê de man.

Roja şemiyê piştî nîvro li parêzgeha Erzeromê baranek zêde bariya û li navenda bajêr av li kolanan kom bû.

Li navçeya Xoresanê ya Erzeromê bi taybetî li taxên Delal, Sekman, Yeşîloz û Yazilitaşê ji ber baranê lehî rabû, av kete gelek mal û axûrê pez û dewaran.

Herwiha zeviyên çandiniyê jî di bin avê de man. Tîmên şaredariyê li taxên ji lehiyê zerar dîtine dest bi kar û xebatên pakkirinê kirin.

Şaredariya Erzeromê jî ji ber kombûna avê û metirsiya rabûna lehiyê dest bi xebatên xwe kir.

Herwiha çûnûhatina otomobîlan di bin piran re ji aliyê polîsan ve bi awayekî demkî hat rawestandin.

 

Rudaw

Top