• Wednesday, 18 February 2026
logo

Du bira di ava Dukanê de xeniqîn

Gulan Media August 5, 2023 Nûçe
Du bira di ava Dukanê de xeniqîn

 Şeva borî piştî zarokek dikeve avê û ji aliyê du birayan ve  ew zarok tê derxistin, lê herdu bira bixwe di avê de nikarin derkevin û ava Dukanê herduyan jî dibe û dixeniqin.

Tîmên melevaniyê hîn mijûlê dîtin û derxistina termê wan herdu birayane.

Ew du bira kurd in û rûniştvanên taxa Şorîce ya Kerkûkê ne û bi armanca geşt kirinê berê xwe dabûn deverê.

 

Basnews

Top