• Wednesday, 18 February 2026
logo

Keça Kurd a Êzidî li Filistînê: Dema ku ez bi çekdarekî DAIŞê re zewicandim ez 10 salî bûm

Gulan Media August 5, 2023 Nûçe
Keça Kurd a Êzidî li Filistînê: Dema ku ez bi çekdarekî DAIŞê re zewicandim ez 10 salî bûm

Meryem keçeke Kurd a Êzidî ye, dema ku li Şingalê ket destê DAIŞê 8 salî bû. Di 10 saliya xwe de li Reqayê bi çekdarekî DAIŞê yê Filistînî re hat zewicandin û piştre bû dayika kurekî.

Wê got ku kêliyên herî nexweş ên jiyana wê yên neh salên borî destdirêjiya wî zilamê Filistînî bûye. Herwiha jidayikbûna keça wê ya di otomobîlekê de gelekî nexweş bûye.

Meryemê got ku ew bêriya malbata xwe bi taybetî jî bêriya dêya xwe dike. Herhiha anî zimên ku ew bi dê û bavê xwe û jinbirên xwe re diaxive lê bi birayên xwe re naaxive.

Bi gotina Meryemê ji ber ku ew bûye Misilman birayên wê pê re naaxivin.

Meryemê li ser jiyana xwe ya li Filistînê jî got ku ew di xaniyekî kirê de dijî. Jineke xêrxwaz kirêya xaniyê wê û lêçûnên wê yên din dide.

Xewna Meryemê ew e ku vegere cem malbata xwe, lê hîna na, ji ber ku hin karên wê li Filistînê hene ku pêwendiya wan bi paşeroja du zarokên wê ne û divê wan karên xwe bike.

Meryem niha li gundekî Filistînê ye, Rêvebirê Ofîsa Rûdawê yê Duhokê Nasir Elî hevpeyvînek pê re kir û xwest dengê wê bigihîne cîhanê.

Beşa ewil a hevpeyvîna ku Meryemê bi Rêvebirê Ofîsa Rûdawê yê Duhokê Nasir Elî re kiriye bi wiha ye:

Rûdaw: Dem baş, em pêşî çîroka te bibihîzin. Eger tê bîra te tu çend salî bûyî û bi kê re ketî destê DAIŞê, çend xizmên te li wir bûn û çend kes ji we ketin destê DAIŞê?

Meryem: Em neh kes bûn, ez û birayên xwe li cem xala xwe bûn û em bi wan re ketin destê DAIŞê. Malbata min rizgar bûbû lê ez û birayên xwe ji aliyê DAIŞê ve hatin girtin, piştî wê nêzîkî salekê em di malekê de man, piştre birayên min birin û ew ji wir derketin û rizgar bûn.

Piştî ku ez ji birayên min veqetandim, pir bandor li min kir, min dixwest ez bi birayên xwe re bim. Paşê ez jî bi jinxala min û hin kesên din re birim.

Rûdaw: Tu dikarî ji me re bibêjî ka çawa tu ji her du birayên xwe hatî veqetandin, gelo tu wê demê li kû derê bûyî, li Şingalê yan li Teleferê, li kû bûyî? Çawa bû piştî salekê tu ji birayên xwe hatî veqetandin?

Meryem: Em li Teleferê bûn, wan her du birayên min birin, nizanim çi bi wan kirin.

Rûdaw: Dema ew birin çend salî bûn?

Meryem: Yek ji min biçûktir bû, wê demê ez heşt salî bûm, yê din jî du salan ji min meztir bû. Her yek du salan ji min biçûktir û mezintir bûn. Bi vî awayî bû.

Rûdaw: Birayên te çawa ji te hatin veqetandin? Wan tu birî kû derê?

Meryem: Wan (DAIŞiyan) em birin cihekî wekî dibistanekê. Keç birin, xort birin, mezin birin, hemû ji hev cuda kirin û piştre keç bi awayekî cuda birin. Paşê min têkilî bi dê û bavê xwe kir û wan got, ‘Birayên te hatine cem me.’ Min hewl da ku birevim lê min nekarî, ez biçûk bûm.

Rûdaw: Çawa bû ku hûn ji Teleferê hatin veguhestin, çend kes li wê derê bûn û hûn birin kuderê?

Meryem: Wan em dibirin dibistanekê û her carê kesek dihat keçek dibijart û wan ew keç bi xwe re dibir.

Rûdaw: Li kû derê bû? Cihê ku keç birin wê derê, li kû derê bû, li Sûriyeyê bû yan li Îraqê? Çawa dihatin û keç ji xwe re dibijartin?

Meryem: Dema em ji Teleferê veguhastin, em birin cihekî wek zindanê, nizanim li kû bû. Wiha tê bîra min ku navê wê Badoş bû. Ji wir em birin Reqayê, piştî Reqayê hinek birin Nofeyê, hinek jî birin cihên din. Bi vî awayî em ji hev belav kirin û her yekî keçek ji xwe re dibir.

Paşê ez bi qasî du salan di girtîgehê de mam û piştî du salan wan ji min re got ku tu mezin bûyî û divê tu bizewicî.

Rûdaw: Wê demê tu çend salî bûyî?

Meryem: Ez 10 salî bûm.

Rûdaw: Wan ji te re got ku tu mezin bûyî?

Meryem: Min nexwest ez ji wan re bibêjim ji ber ku min dizanibû ku eger ez ji wan re bibêjim dê min bizewicînin. Min ji wan re negot lê wan dizanibû çimkî eger mirov bibe Misilman, divê nimêj bike, lê dema mezin bû divê nimêj neke (mebesta xwe bi heyza keçan e), lewra wan dizanibû.

Rûdaw: Yanî wan dizanibû ku tu mezin bûyî dema ku te di dema heyzê de nimêj nedikir?

Meryem: Belê, rast e.

Rûdaw: Paşê dema wan ji te re got ku divê tu bi kesekî re bizewicî çi qewimî?

Meryem: Dema ku ez birim, di destpêkê de kesekî ji Tirkiyeyê ez birim û xwedî kirim. Ez li cem wî û jina wî mam heta ku ez mezin bûm.

Piştî ku ez mezin bûm, wan ji min re got divê tu bizewicî. Mmin ji wan re got, ‘Niha na.’ Wan got, ‘Divê tu bizewicî û eger tu razî nebî, em dê bi zorê te bizewicînin.”

Rûdaw: Dema wan ji te re got divê bizewicî, tu çend salî bûyî, cara ewil tu bi kê re zewicî, gelo tê bîra te ew kes kî bû, çend salî bû û xelkê kû derê bû?

Meryem: Dema wan got divê tu bizewicî, ez 10 salî bûm. Kesekî qelew bû, bi porê dirêj û rihdirêj bû lewra ez pir tirsiyam, ewqas tirsiyam ku min li serê xewn dît.

Piştî ku wan fêm kir ez tirsiyame, wan got ku divê em wê bifiroşin. Ji bo firotinê ez birim mêvanxaneyeke taybet. Yekî qenc hat û got ez dê wê bigirim û wek keça xwe mezin bikim û dema mezin bû ez dê wê bizewicînim.

Wî ez birim û bi qasî du salan ez xwedî kirim û ez mezin bûm. Şêx û emîrê wan ê mezin got, divê ew keç bizewice, eger bixwe jî nexwaze divê bi zorê were zewicandin.

Rûdaw: Pirsa min ev e, tu çend salî bûyî dema wan tu zewicandî? Tu 10 salî bûyî? Te got qey tu du salan li cem kesekî mayî. Yanî tu 12 salî bûyî yan 10 salî? Ew kes xelkê kû derê bû? Tu li kû derê bûyî? Ew pêvajo çawa bû? Wan tu di xaniyekî de dîtî? Hatin te bibînin an du salan li cem kesekî mayî û piştî ku tu mezin bûyî wan tu zewicandî?

Meryem: Ez du salan bi wî zilamê re bûm ku ez xwedî kirim. Paşê kesek hat û got ku dixwazim bizewicim. Ew xortek bû lê dêya wî ji ber ku em kole bûn, destûr neda wî ku ew bi koleyekê re bizewice. Ew Sûriyeyî bû. Piştre Filistîniyek hat û ji min re got divê tu li min guhdarî bikî. Paşê ew bi min re zewicî û em ji bo ceribandina xwînê birin ku bibînin ka em li hev tên yan na. Paşê em birin ba dadwer. Ji dadwer pirsîn ez çend salî me, gotin 16 salî ye. Ji ber ku eger min bigota ez 10 salî me, nedihiştin em di wî temenî de bizewicin. Lewra wan got ku ez 16 salî me daku min bizewicînin. Paşê peymana zewacê nivîsandin û ez birim bazarê û şikir ji Xwedê re zêr û her tişt ji min re kirîn. Herwiha qelenek jî dan min.

Rûdaw: Çima tu razî bûyî di 10 saliya xwe de bizewicî? Çima te ji dadger re negot tu 10 salî yî? Wan bi zorê bi te dae kirin? Gelo wan ji te re got nabe tu wisa bêjî? Gelo ew bi dilê te bû?

Meryem: Na, tiştek ne bi dilê bû. Ne tenê ez, hemû keç, tiştek bi dilê wan nebû.

Rûdaw: Çima te ji dadwer re negot ku tu 10 salî yî dema ku gotin tu 16 salî yî? Te çima qebûl kir ku bi wî kesê Filistînî re bizewicî? Ew çend salî bû?

Meryem: 24 salî bû, ez jî 10 salî bûm. Wan ez tirsandim û got ku divê tu nebêjî çend salî yî. Min jî pir baş nizanibû ez çend salî me. Lewra wan ez tirsandim daku nebêjim ez çend salî me.

Rûdaw: Çima te ji dadwer re negot ku tu 10 salî yî? Gelo wan tu diêşandî? Te eciband ku tu zewicî?

Meryem: Na, min jê hez nekir. Min ji wan re got ez hîn zarok im lê ew tişt di destê min de nebû. Ger min bixwesta ji dadwer re bibêjim jî min tiştek fêm nedikir. Min tiştek ji gotinên dadwer jî fêm nedikir.

Rûdaw: Te bi zimanê wan nedizanî? Te ji Erebî fêm nekir lewra?

Meryem: Min Erebî jî baş nizanibû. Min tenê hinek jê dizanibû. Ez nû hinekî fêrî Erebî bûbûm. Min nizanibû dadwer çî ye, min nizanibû zewac çî ye. Min heta nizanibû ez bi kû ve dibirim, min nedizanî ku ew min dizewicînin.

Rûdaw: Dema ku wan tu ji bo kirîna zêran û cilan birî, tu birî kû derê? Li kû dera Sûriyeyê bû? Gelo tê bîra te? Wan ji bo te dawet kir? Ew roj çawa bû?

Meryem: Belê, tê bîra min. Ez û yek ji jinên wan bûm. Em birin bazarê. Ji min re zêr û cilûberg kirîn. Pere û her tişt dane min. Ji wan re ev tişt şerîet in. Lewra hewce bû ku wan tiştan bidin min. Ev di şerîeta wan de ye. Min cilûberg û tişt li bazara Reqayê kirîn.

Rûdaw: Roja veguhestinê tê bîra te? Gelo wan ji te re şahiyek kir? Hestên te çawa bûn? Gelo bi dilê te bû wek keseke 10 salî û zilam jî wek xortekî 24 salî? Eger tu bi wî re nezewicîba, tu ji çi ditirsiyayî, ji wê yekê ditirsiyayî ku yekî mezin te bigire?

Meryem: Şahî, mûzîk û tiştên wisa li cem wan heram in, wan ji min re got ku eger ez bixwazim dikarim cilê bûkaniyê yê spî li xwe bikim. Min eciband lê ne ji ber tiştekî, ji ber ku min nedizanî şahî û tiştên wisa çi ne. Ji ber ku ez pir biçûk bûm.

Paşê ez birim malekê. Di wê malê de wî zilamî li min dinêrî û min jî li wî dinêrî. Min nizanîbû. Tiştek ecêb hebû. Min nizanibû li wir çi heye. Min nizanibû zewac çi ye. Paşê êvar hat û wî dizanibû ku ew çi dike lê min nizanibû ku li wir çi heye. Min hîs dikir ku tiştekî ne normal heye lê min nizanibû ew çi ye. Paşê bû êvar û got were razê. Ez jî çûm. Tiştekî pir ecêb bû. Pir zehmet e. Min xwe pir xerab hîs kir.

Beşa mayî ya hevpeyvînê dê sibe were dayîn.

 

Rudaw

Top