• Wednesday, 18 February 2026
logo

Binpêkirinên grûpên çekdar ên li Efrînê berdewam in: 'Me ji saziyan xwest ku binpêkirinan belge bikin'

Gulan Media August 5, 2023 Nûçe
Binpêkirinên grûpên çekdar ên li Efrînê berdewam in: 'Me ji saziyan xwest ku binpêkirinan belge bikin'

Li Efrîna Rojavayê Kurdistanê grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyeyê ve bi berdewamî binpêkirinan encam dide. Lêkolerekî got, “Me ji saziyan xwest ku binpêkirinên li Efrînê bişopînin û belge bikin.”

Rêxistina Pêlê ya Sivîl di raporeke xwe de binpêkirinên grûpên çekdar ên li Efrîna Rojavayê Kurdistanê belge kir.

Xunav Osmana ku lêkolera rêxistinê ye ji Tora Medyayî ya Rûdawê re behsa wan binpêkirinan kir.

Lêkolera Rêxistina Pêlê ya Sivîl Xunav Osman li ser binpêkirinên ku li Efrînê têne kirin got:

“Destdanîna ser mal û milkên xelkê, ji aliyê wan komên ku ji xwe re dibêjin opozîsyon û ser bi Tirkiyeyê ve ne.

Ya din jî destdanîna ser zeviyên xelkê ye ku rez, zeytûn, darên fêkiyan û erdên ku ceh û genim lê dihatin çandin in. ”

Ji wan binpêkirinên ku heta niha li Efrînê hatine kirin û bi berdewamî têne kirin:

“Berdewamiya cîbicîkirina proseya guherîna demografiya Efrînê, avakirina mêtingehên niştecihbûnê ji bo Tirkmen û Erebên hawirde, destdanîna ser mal û milkên xelkê, kuştin, revandin, girtin û îşkencekirina welatiyan, sepandina bacê li ser xelkê û birîn û şewitandina dar û daristanan.”

“Me ji gelek saziyan bi nemayan daxwazî kirin”

Lêkolerê Projeya Kaniyê ya Rêxistina Pêl a Sivîl Welîd Bekir jî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re behsa binpêkirinan kir û got:

“Me ji gelek saziyan bi rêya nemayan gelek daxwazî kirin. Yek ji wan saziyan Komîteya Navneteweyî ya lêpirsînên li ser Sûriyeyê ye, me ji wan xwest ku binpêkirinên li herêmên dagirkirî, bi taybetî li Efrînê bişopînin û belge bikin.”

20ê Kanûna Paşîna 2018yan Tirkiyeyê û grûpên çekdar êrişî ser Efrîna Rojavayê Kurdistanê kir.

18ê Adara 2018yan wan hêzên êrişkar, ew herêm tevî bajarê Efrînê dagir kir.

Ji wê demê ve heta niha binpêkirinên curbicur têne kirin lê ti rêgirî li wan nayê kirin.

 

Rudaw

Top