• Wednesday, 18 February 2026
logo

Brîtanya pêşwaziyê li diyarkirina dema encamdana hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê dike

Gulan Media August 4, 2023 Nûçe
Brîtanya pêşwaziyê li diyarkirina dema encamdana hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê dike

Konsula Giştî ya Brîtanyayê ya li Herêma Kurdistanê Rosy Cave ragihand, ew pêşwaziyê li daxuyaniya Serokê Herêma Kurdistanê dike ji bo diyarkirina roja encamdana hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê.

Rosy Cave di peyamekê de ragihand, pêşwaziyê li daxuyaniya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dike ji bo diyarkirina dema encamdana hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, ku di roja 25ê Sibata 2024an de dê birêve biçe.

Konsula Giştî ya Brîtanyayê ya li Hewlêrê diyar kir, Brîtanyayê bi awayekî berdewam daxwaz kiriye ku hilbijartin bi awayekî azad û dadperwerane, giştgîr be û bêyî paşketina zêdetir were encamdan.

Her wiha destnîşan kir, ew hemû aliyan han didin ku bi awayekî avaker beşdar bibin û aliyên pêwendîdar dilniya bin ku hilbijartin di dema xwe de birêve diçe.

Rosy Cave dibêje, ev derfeteke girîng e ji bo xelkê Kurdistan û Iraqê ji bo têkelbûna li prosseya demokrasî û bercestekirin û bikaranîna mafê xwe yê dengdanê.

Îro Pêncşemê 3ê Tebaxa 2023an, Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab ragihand, Serokê Herêma Kurdistanê roja 25ê Sibata 2024an wek roja encamdana hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê diyar kir û hemû alî raspartin ji bo encamdana rêkarên pêwîst.

Dilşad Şehab destnîşan kir, diyarkirina dema hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê yekdengiya aliyên siyasî li ser e û bi şêwira ligel hemû aliyan, li ser diyarkirina wê rojê ji bo encamdana hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê li hev kirin.

 

Basnews

Top