Welatiyekî Kurd li Kerkûkê ji aliyê çend çekdaran ve hat kuştin
Derengê şeva borî li taxa Penca Elî ya Kerkûkê, çend çekdaran teqe li welatiyekî Kurd kirin û ew kuştin.
Jêderekî ji Polîsê Kerkûkê ji Kurdistan24ê re ragihand, ew kesê teqe lê hatiye kirin navê wî Şaxewan Cafer e, Kurd e û nişteciyê taxa Penca Elî ye.
Li gor zanyariyên Kurdistan24ê, kesê ku hatiye kuştin kadroyê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ye.
Endamekî malbata kuştî ji Kurdistan24ê re ragihand, çekdar kesên naskirî ne û pêştir kêşeya dijmindariyê di navbera wan û kuştî de hebûye.
Basnews
