Serokê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Berevaniya Estonya civiyan
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Wezîrê Berevaniya Estonya Hanno Pevkur kir, di civînê de pêşhateyên dawiyê yên şerê dijî terorê û tekoşîna hember DAIŞê hat gotûbêj kirin.
Malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê ragehand, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Wezîrê Berevaniya Estonya Hanno Pevkur kir û di civînê de balkêşandin ser bernameya serdana Wezîrê Berevanya Estonya ya ji bo hêzên welatê xwe yên li Herêma Kurdistanê yên di çarçoveya Hevpeymaniya Navnetewî ya dijî DAIŞê de li deverê ne. Herwaha pêşhateyên dawî yên şerê dijî teror û tekoşîna li hember DAIŞê hat gotûbêj kirin.
Herwaha herdu alî hemfikir bûn li ser pêwîstiya berdewamiya erkê Hevpeymaniya Navnetewî ya dijî DAIŞê bo tekoşîna li hember metirsiyên teror û piştrastbûna li nehiştina yekcarî ya DAIŞê ku hîn metirsiye û gefeke cîdîye li ser asayîş û seqamgiriya navçeyê.
Nêçîrvan Barzanî spasî û pêzanînên Herêma Kurdistanê bo beşdarî û rola Estonya û hêzên wê yên leşkerî li Herêma Kurdistanê û erkê Hevpeymaniya Navnetewî ya dijî DAIŞê diyar kir û balkêşa ser giringiya berdewam a alîkarî û hemahengiya hevbeş a vê derbarê de. Herwaha rewşa Iraq û navçeyê bi giştî û çend pirsekî din mijarên dinên wê civînê bûn.
Basnews
