• Wednesday, 18 February 2026
logo

Îro salvegera komkujiya Şingalê ye

Gulan Media August 3, 2023 Nûçe
Îro salvegera komkujiya Şingalê ye

Beriya 9 salan ev komkujiya han bi destê terorîstên DIŞIê pêk hatibû.

Îro pêncşem 3ê Tebaxê 9 sal bi ser komkujiya Şingalê re derbas dibe ku, di encam de bi hezaran welatiyên Êzidî hatibûn şehîdkirin, wendakirin û awarekirin.

8 sal beriya niha êwara roja 3ê Tebaxê terorîstên DIŞIê êrîşî ser Şingal û derdorê kirin û di encama vê êrîşa han ya hovane de gelek welatiyên Êzidî hatin şehîdkirin, geleke din jî hatin revandin, wendakirin û awarekirin.

Rixmî derbas  bûna 9 salan bi ser komkujiya han re, hîn jî çarenivîsa gelek welatiyên Êzidî bi taybetî kesên revandî nediyare û hikûmeta federalî jî heta niha weke pêwîst bo awedan kirina Şingalê û normal kirina rewşa Şingalê hevkariya hikûmeta herêmê û xelkê Şingalê nekiriye.

Jiber vê çendê û herwiha jiber hebûna komên çekdar li deverê de heta niha Şingal û derdor jî nehatine awedankirin û gelek welatiyên Êzidî jî hîn di nava kempan de dijîn.
 

Top