Li Konyayê bi hêza 5 pile û Li Erziromê bi 4,1 pile erd hejiya
Li navçeya Selçukê ya ser bi parêzgeha Konyayê ya Tirkiyê di demjimêr 18.06 xulekan de bi hêza 5 pile erdhej rûda.
Li gorî agahiya Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyê (AFAD), li navçeya Selçukê ya bajarê Konyayê yê Tirkiyê di demjimêr 18.06 xulekan de bi hêza 5 pile û 7,24 kîlomêtreyan di binê erdê de erdhej rûda.
Piştî erdhejê li ser hesabê Twitterê yê Parêzgariya Konyayê daxuyanî hat dayîn û hat eşkerekirin: "Li navçeya me ya Selçukê di demjimêr 18.06 xulekan de bi mezinahiya 5,0 pileyan erdhej çêbû, heta niha ti agahiyên neyînî tune ne."
herweha li navçeya Narmanê ya ser bi parêzgeha Erziromê ya Bakurê Kurdistanê erdhejeke bi pileya 4,1 rû da.
Serokatiya Rêvebirina Rewşa Bilez û Karesatan (AFAD) li ser malpera xwe ragihand, li navçeya Narmanê ya ser bi parêzgeha Erziromê, bi hêza 4 pile erdhej qewimî.
AFADê diyar kir ku erdhej di demjimêr 21:37 xulekan de û 9.56 kîlometre di bin erdê de rûdaye.
Îro li navçeya Selçukê ya ser bi parêzgeha Konyayê ya Tirkiyê jî di demjimêr 18.06 xulekan de bi hêza 5 pile erdhej rûda.
Li gorî agahiya Serokatiya Rêvebirina Rewşa Bilez û Karesatan (AFAD), li navçeya Selçukê ya bajarê Konyayê yê Tirkiyê di demjimêr 18.06 xulekan de bi hêza 5 pile û 7,24 kîlometre di binê erdê de erdhej rûda.
K24
