• Wednesday, 18 February 2026
logo

Li Qersê piştî baran û teyrokê lehî rabû

Gulan Media August 1, 2023 Nûçe
Li Qersê piştî baran û teyrokê lehî rabû

 Li parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê piştî baran û teyrokê lehî rabû û beşek ji kargeh û dikanên welatiyan di bin avê de man.

Li navenda bajarê Qersê vê êvarê piştî baraneke zêde û teyrokê lehî rabû.

Lehiyê bandorek neyînî li welatiyan kir.

Avrêjên bajar xitimîn û cade û kolan di bin avê de man.

Li ser cadeyên Înonû, Cumhuriyet û Faîkbey otomobîl di çûnûhatinê de rûbirûyî astengiyan bûn.

Tîmên Şaredariya Qersê ji bo vekirina avrêjan û veguhastina avê ji cade û kolanên bajêr dest bi xebatan kir.

Ji ber barana zêde û lehiyê hinek kargeh û dikanên welatiyan di bin avê de man.

Hat ragihandin ku barîna baranê li Qersê berdewam e.

 

Rudaw

Top