‘Meşa Çiyayê Cûdiyê’ hat astengkirin
Bi pêşengiya HDP-DBP-YSPyê, girseyek ji bo balê bikişînin ser birîn û şewitandina darên li Çiyayê Cûdiyê li navçeya Silopyaya Şirnexê kom bûn û xwest û meşekê li dar bixe. Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê meşa ber bi meşa ber bi Çiyayê Cûdiyê ve asteng kir.
Ev heftiyeke agirê ku bi daristanên Çiyayê Cûdiyê ketiye berdewam e.
Roja Dûşemê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Çepên Kesk (YSP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û çendîn sazî û rêxistinên civaka sivîl û xwezahezan ji bo balê bikşînin ser agirê daristanên Çiyayê Cûdiyê li navçeya Silopyay Şirnexê çalakiyek saz kirin.
Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê rê li ber çalakiyê girt
Parlamenter û hejmereke welatiyan beşdarê çalakiyê bûn. Lê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê meşa ber bi Çiyayê Cûdiyê ve asteng kir.
Xwezahezê ji Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Murat Bîlgîç got: “Dê sibê jî ev daristan û gel hebin. Sibê jî yên ku jiyanê diparêzin dê hebin. Hûn dê ne li vê derê bin. Ev dar û daristan ne girêdayî kesî ne. Tiştên ku îro tên kirin tenê ne li Çiyayê Kurdistanê ne. Wek Tevgera Ekolojiyê ya Mezoptomyayê em bang dikin ku li Kurdistanê qirkirina ekolojiyê heye û werin em bi hevre lêkolîn bikin ka ev qirikirina xwezayê bi destê kê tê kirin.”
“Çiyayê Cûdiyê rûmeta me ye”
Xelkê navçeyê û ji parêzgehên cûda yên Bakurê Kurdistanê jî beşdar bûn. Çalakvanan dirûşmên “Bê xweza jiyan nabe û pankartên “Cûdî rûmeta me ye” bilind kirin.
Piştî daxuyaniya çapemeniyê jî bo dema 15 deqeyan çalakiya rûniştinê pêkanîn.
“Şewitandina çiyayan ji xwe qedexe ye”
Çalakvana ji Silopyayê jî got: “Hûn doza çi li me dikin? Şewitandina çiyayan ji xwe qedexe ye.”
Berî çalakiyê avahiyên HDP û YSPyê yên Silopyayê ji aliyê hêzên ewlakariyê ve hatin dorpêçkirin. Li ser vê yekê di navbera polîsan û parlamenterên YSPyê de alozî derket.
“Hûn şerê çi dikin?”
Parlamentera YSPyê ya Şirnexê Newroz Uysal jî got: “Dê li vê derê daxuyaniyeke çapemeniyê ya aşitiyane û bê çek bê dayîn. We ev der û ew der girtiye. Hûn şerê çi dikin?.”
Heftiyek berê agir ji ber topbarana artêşa Tirkiyeyê bi daristanên Çiyayê Cûdiyê ketibû.
Her sal di demsala havînê de ji ber operasyon û topbaranên Artêşa Tirkiyeyê agir bi daristanên Bakurê Kurdistanê dikeve û bi hincetên ewlehiyê rê nayê dayîn ku xelk wan agiran vemirînin.
Rudaw
