Amerîkayê ji Hewlêr û Bexdayê xwest li ser bûdce û petrolê li hev bikin
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ji Hewlêrê û Bexdayê xwest ku li ser pirsa bûdce û yasaya petrolê li hev bikin.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ji Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya li Washingtonê Diyar Kurde re ragihand ku Hewlêr û Bexdayê han didin ku di zûtirîn demê de li ser berjewendiyên hevbeş li hev bikin û yasaya petrolê pesind bikin.
Matthew Miller di bersva pirseke Diyar Kurde de got: “Cardin em ji Bexda û Hewlêrê dixwazin li ser binemayê berjewendiyên hevbeş rêkevin. Em berdewam herdu aliyan han didin ku çareseriyeke baş bibinin û rêzê li beşdariya kompaniyên Amerîkayê yên sektora enerjiyê bigirin.”
Miller herwiha amaje bi wê yekê kir ku ew dixwazin lihevkirina Hewlêr û Bexdayê di berjewendiya tevahiya xelkê Herêma Kurdistanê û Iraqê de be.
Ji aliyê din ve biryar e îro şandeke Hikumeta Herêma Kurdistanê ji bo pirsa bûdceyê cardin serdana Bexdayê bike û bi berpirsên Iraqê bicive.
Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdula ji bo Rûdawê ragihand ku di dema du rojan de Hikumeta Iraqê dê pareyê pêwîst ji bo mûçeyê fermanberên Herêma Kurdistanê bişîne.
Rudaw
