Amerîka pêşwazî li rêkeftina PDK û YNKê dike
Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê ya li Hewlêrê pêşwazî li rêkeftina navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) dike li ser hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê û piştevanîkirina wan a li proseya yekxistina hêzên Pêşmerge.
Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê ya li Hewlêrê di twîtekê de ragihand, çavê wan li wê yekê ye ku PDK û YNK ji bo berjewendiya Kurdistanê kêşeyên xwe çareser bikin.
Di twîtê de hatiye diyarkirin, Konsulxaneta Giştî ya Amerîkayê ya li Hewlêrê pêşwazî li rêkeftina PDK û YNKê ya ji bo encamdana hilbijartinan û yekxistina hêzên Pêşmerge dike.
Duh roja Yekşemê, herdu şandên bilind ên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) civiyan û piştre daxuyaniyeke hevbeş belav kirin ku tê de hat diyarkirin, her du aliyan li ser çend mijaran li hev kirine.
K24
