• Wednesday, 18 February 2026
logo

Peyama Serok Barzanî bo 40 saliya enfal kirina Barzaniyan

Peyama Serok Barzanî bo 40 saliya enfal kirina Barzaniyan

Serok Barzanî peyameke bo 40 saliya enfal kirina Barzaniyan belav kir ku, ev jî naveroka vê peyama hane:

Bi navê xwedê mezin

Beriya 40 salan rejîma Bes di hemleyeke nerewa û bêwijdanane de 8  hezar zarok û kalemêrên Barzanî ji temena 9 salî heta 90 salî binçavkir û bi awayeke hovane di nava çolên başûrê Îraqê de komkuj kir.

Ev tawana han beşeke bû ji ev zincîra karesat û qurbanîdanên rêkxistî bi mebesta ji nav birin û helandina zarokên gelê Kurdistanê, her ji wenda kirin 12 hezar ciwanên Feyilî û enfala Gerimiyan û kîmiyabaran kirina Helebce û deverên din yên Kurdistanê bigire heta digehêje guhertina demografî Kurdistanê û wêran kirin û koçbar kirina zorekî.

Mixabin di demekê de ku, 40 sal bi ser vê tawana han re derbas bûye lê hîn jî hizra şovenîstî û xwesteka nehêştina gelê Kurdistanê di nava hizr û kiriyarên hin aliyan de heye ku, ev jî kêşeyeke mezine ya gelê me bûye li gel ev eqiliyeta dijî însanî ku, çavkaniya nearamî û karesatane bo Îraq û deverê.

Di bîranîna enfal kirina Barzaniyan de rêzdariya me bo zarokên gelê me bi taybetî şêniyên deşta Hewlêrê, Herîr û Soranê heye ku, di rojên dijwar de Kurdane û merdane hevsozê Barzaniyan bûne û hevkariya wan kirine. Spasiya kesûkarên enfalkiriyan bi taybetî ev dayik û jinên Barzanî dikim ku, salên dûr û dirêj êşa ji dest dana ezîzên xwe kêşane û bûne nimûneya bilind ya berxwedan û exlaqa bilind ya Kurdperweriyê.

Mesûd Barzanî

Top