Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyamek serxweşiyê belav kir
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji ber koça dawî ya Teha Sofî birayê Parêzgarê berê yê Hewlêrê Dr. Ferset Sofî peyameke sersaxiyê arasteyî malbata wî kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama sersaxiyê de diyar kiriye: “Ez sersaxiyê li malbata cenabê wan dikim û hevbeşê xema wan in. Xwedayê mezin û mîhreban, giyanê wî bi bihiştê şad bike û sebr û aramiyê bide xizmên wî.”
Peyama sersaxiyê ya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî waha ye:
Mixabin min agahiya koça dawî ya rehmetî Teha Sofî, birayê rewanşad Dr. Ferset Sofî bihîst.
Ez sersaxiyê li malbata cenabê wan dikim û hevbeşê xema wan in. Xwedayê mezin û mîhreban, giyanê wî bi bihiştê şad bike û sebr û aramiyê bide xizmên wî.
Mesrûr Barzanî
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê
Basnews
